Li Sûriyê ji birçîna goştê şêr û pişîkan dixwin
Hewlêr (Rûdaw) - Di nûçeyeke balkêş de hatiye ku şêniyên devera Xûta li rojhelatê bajarê Şamê ji birçîna goştê şêran dixwin.
Malpera Zaman Al-Wasil ku nûçeyên li ser şerê Sûriyê belav dike, wêneyek belav kiriye ku tê de çend kes goştê şêrekî ku berê ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatiye kuştin, ji bo xwarinê parçe dikin.
Herwiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku ev şêr bi guleyên çekdarên opozîsyonê li bajarê Berhemanîna Medyayî li paytexta Sûriyê, Şamê, hatiye kuştin.
Tê gotin, ev ne cara yekemîne ku hêzên opozîsonya Sûriyê wêneyên balkêş li ser rewşa xirab ya şêniyên Xûtaya Rojhilat belav dikin, berî belavkirina vê wêneyê, çalakvana wêneyek belav kiribûn ku çawa xelk goştê pişîkan ji birçîna dixwin.