Li Sûriyeyê dengê naqosan: Heviya her kesî aştî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyeyê Christmas û sersala nû îsal di bin sîbera rewşeke nebaş a aborî û ewlehiyê de tên pêşwazîkirin.
Xiristiyanên Sûriyeyê welatî dia dikin ku aramî û aştî vegere welatê wan.
Xiristiyan li dêran kom bûne bi hêviya aştiyê Christmasê dikin.
Oldarekî Xiristiyan jî dibêje, ji bo başkirina rewşa aborî divê gavên lezgîn bên avêtin.
Li Şamê keç û xortên Xiristiyan karên komunal dikin ku ev yek ji kevneşopiyên Christmasê ye.
Dayîkek li zarokê xwe dinere û wêneyan dikişîne.
Ew dibêje beşeke mezin ji malbata wê li derveyî welêt in û ev yek jî nahêle kêfa wê were cih.
"Xelk ji ber rewşa ewlehiyê ditirse"
Welatiya bi navê Rîta Elşairê got,”Îsal xelk kêm daketine kolanan. Hinek kes bi serdan hatine da ku cejna xwe li vir derbas bikin, ji ber ku ev cejneke pîroz e.
Ji ber rewşa ewlehiyê xelk ditirse. Ev bûyerên ku çêdibin, kêfa mirov têk didin."
Piraniya keşe û papayên rûhî yên Xiristiyanan îsal ayînên xwe ji bo ewlehî û asayîşa Sûriyeyê dikin.
Kahînê Patrîkxaneya Şamê û Tevahiya Rojhilatê Aliyas Naqûs ku 53 sal in xizmetê dike, dixwaze hemû alî dev ji pêşbaziya siyasî berdin û rewşa aborî ya xelkê baştir bikin.
"Rewşa xelkê gelekî xirab e"
Aliyas Naqûs her wiha ji Rûdawê re got, "Divê ji bo başkirina rewşa aborî ya xelkê gavên lezgîn bên avêtin.
Em dibînin rewşa xelkê gelekî xirab e, carinan em ji berîka xwe alîkariya wan dikin."
Li Şamê li zêdetirî 40 dêr û katedralan çalakî bi rê ve diçin.
Mal û tax jî ji bo sersalê hatine xemilandin.
Ne tenê Xiristiyan, pêkhateyên din jî xwe ji bo pêşwaziya sala nû amade dikin.