Medyaya Sûriyeyê: HSD û Şamê li ser ewlehiya bajaran li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeyên medyaya Sûriyeyê, di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de lihevkirineke nû çêbûye.

Tê gotin ku ev lihevkirin ji bo bidawîanîna aloziya leşkerî ya li herêmê û jinûvedîzaynkirina pêkhateya îdarî pêngaveke krîtîk e.

Li gorî agahiyên ku di nûçeyan de cih girtine, qonaxa yekem a lihevkirinê rawestandina bilez a hemû operasyonên leşkerî li xwe digire.

Madeyeke din a peymanê jî li ser parvekirina ewlehiyê ye.

Li gorî vê, kontrola ewlehiyê ya navendên bajarên Hisîça (Hesekê), Qamişlo û herêmên din dê bi temamî radestî yekîneyên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê were kirin.

HSD dê li çolterê bimîne û were entegrekirin

Di çarçoveya lihevkirinê de hat diyarkirin ku li ser mijara entegrekirina yekîneyên HSDyê ya nav saziyên dewleta Sûriyeyê jî têgihiştineke bingehîn pêk hatiye.

Li gorî nexşerêya ku hatiye diyarkirin, HSD dê ji navendên bajaran vekişe û li herêmên çolterê û xalên stratejîk ên ku niha li wan in hebûna xwe bidomîne.