Rûdaw – AFP
Li dijî biryara Amerîkayê ya ji bo nasandina Herêma Golanê weke axa Îsraîlê, hejmarek ji welatiyên Sûrî li bajarê Helebê xwepêşandaneke nerazîbûnê saz kirin û biryara Amerîkayê şermezar kirin.
Pêr 25ê Adara 2019 Serokê Amerîkayê, Donald Trump bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu bi fermî biryara naskirina Golanê weke beşek ji axa Îsraîlê îmze kir. Piştî îmzekirina vê biryarê, li çend bajarên Sûriyê û bi taybet li bajarê Heleb û Şamê xwepêşandanên nerazîbûnê hatin sazkirin.
Golan herêmeke bilind e ku di navbera Îsraîl û Sûriyê de bûye du beş. Berî şerê sala 1967an, tevahiya herêma Golanê beşek ji axa Sûriyê bû, lê di encama şer de, Artêşa Îsraîlê karî piraniya rûberê wê herêmê kontrol bike. Niha 3 li ser çarê rûberê Golanê di kontrola Îsraîlê de ye û yek li ser çarê wê jî di bin desthilatdariya Sûriyê de maye.
Di sala 1980an de, Parlamentoya Îsraîlê bi biryareke yekalî, Golan weke beşek cudanebû ji axa Îsraîlê nas kir, lê belê ti welatekî ew biryar qebûl nekir.
Hikûmeta Sûriyê û welatên îslamî û erebî, herwiha welatên din ên cîhanê, herêma Golanê weke herêmeke dagîrkirî û beşek ji axa Sûriyê nas dikin û daxwaz dikin ku Îsraîl ji wê herêmê derkeve.