‘Hêzên Esed car din çekên kîmyayî bikar anîn’
Şam (Rûdaw) - Çalakvanên opozîsyona Sûriyê ragihandin ku bi dehan kes di encama bikaranîna çekên kîmyayî li çend navçeyên Şamê de birîndar bûne.
Navenda ragihandina Sûriyê ya opozîsyonê got: “Hêzên Esed çekên kîmyayî li dijî welatiyên sivîl li navçaya Heresta û Qabûn li derdora Şamê bikar anîn.”
Li gor wê navendê, bi dehan rewşên bêhntengiya ku di encama kişandina gazên jehrî de çê bûne, gihane nexweşxaneyên meydanî li Şamê.
Opozîsyona Sûriyê jî tekez kir ku ew gaza kîmyayî di şerê navbera artêşa azad û hêzên rejîmê de li nêzî otostrada Heresta ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye bikaranîn.
Ev ne cara yekê ye ku opozîsyon hêzên rejîmê bi wê yekê tometbar dike ku çekên kîmyayî bikar tîne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) komîteyek avakiriye ji bo lêkilînê li ser bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê bike. Lê heta niha hikûmetê rê nedaye ew komîte derbasî Sûriyê bibe.