Çekdaran li Şêx Meqsûdê êrişî xaleke Asayîşê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asayîşa Navxwe ya Helebê ragihand ku çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve êrişî xaleke wan a li derdora taxa Şêx Meqsûdê kiriye.
Hêzên Asayîşa Navxwe ya Helebê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, derbarê êrişê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, çekdaran li derdora taxa Şêx Meqsûdê êrişî xaleke Hêzên Asayîşê kiriye û piştî dengê teqînekê reşandina guleyan dest pê kiriye.
Hêzên Asayîşê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiv daye wê koma êrişkar.
Hêzên Asayîşa Navxwe ya Helebê her wiha ji aliyên pêwendîdar xwest ku divê kesên êriş kiriye û kesên ku berpirsiyar êrişê ne bên darizandin da ku êrişên bi vî rengî ducare nebin.