Şam: Vebijêrkên li gel HSDyê kêm bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendekî Serokkomarê Sûriyeyê ragihand ku vebijêrkên li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kêm bûne û got, “Divê HSD berpirsyariya bicihneanîna Peymana 10ê Adarê bigire stûyê xwe.”

Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Ehmed Muwefeq Zêdan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

"Vebijêrkên li gel HSDyê kêm bûne. Divê ew hêz berpirsyariya bicihneanîna wê peymanê bigire stûyê xwe ku 10ê Adara borî îmze kiribû."

Şêwirmendê Ehmed Şer amaje bi wê yekê kir ku "Her kes dibîne ku li navxwe piştgiriyeke mezin ji bo serdema nû heye û ev yek di ahengên salvegera yekemîn a serkeftinê de xuya bû."

Zêdan her wiha got, "Pêşwaziya navneteweyî ya li Sûriyeya nû heye ku dirûşma wê veberhênana rasteqîn a di avakirin û bipêşketinê de ye."

Ev gotinên Ehmed Zêdan di demekê de ne ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî 24ê mehê di civîna Desteya Şêwirmendiyê ya Komîteya Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser a bi Şamê re de axivîbû.

Ebdî di gotara xwe ya vîdeoyî de gotibû:

"Em gihîştine têgihîştineke hevbeş a derbarê tevlîkirina hêzên leşkerî ya bi awayekî ku li gel berjewendiya giştî bigunce."

Fermandarê HSDyê diyar kiribû ku derbarê derî, sînor û çavkaniyên xwezayî di navbera wan û Şamê de bipêşketin hene da ku nêrîneke hevbeş ava bikin.

Berdevkê Şandeya Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman jî ji Rûdawê re diyar kir ku dan û standinên wan ên bi Şamê re ne tenê teorîk in û ji bo îmzekirina rêkeftina dawî gavên pratîk avêtine.

Yasir Silêman li ser çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û tevlîkirina wan a li nav artêşa Sûriyeyê got:

"Mijara artêşê pêwendî bi yekparçeyiya Sûriyeyê ve heye û du artêş li Sûriyeyê nabin, dê artêşek hebe ku ji pêkhateyên curbicur pêk tê."

Wî berpirsî destnîşan kir ku hûrgiliyên tevlîbûnê û xwezaya pêkhateyên leşkerî ji bo komîteyên pispor ên leşkerî yên her du aliyan hatine hiştin û anî ziman:

"Her tiştê ku diqewime di çarçoveya artêşekê û saziyeke leşkerî de ye."

10ê Adara 2025an peymaneke ji 8 xalan di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatibû îmzekirin.