Bavekî hevjîn û 4 zarokên xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê, bavekî ji ber pirsgirêkeke malbatî hevjîn û 4 zarokên xwe kuştin.

Polîsên parêzgehê hûrgiliyên vê komkujiya malbatî ya ku li Taxa Beyazê qewimî eşkere kirin.

Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya Hemayê Emîd Mulhem Şentût îro ragihand ku doh, ew ji bûyereke diltizîn a li Taxa Beyazê hatine agahdarkirin ku bûye sedema mirina 5 kesan.

Li gorî lêkolînên destpêkê, sedema bûyerê pirsgirêkên kevn ên malbatî ne.

Tometbarê bi navê F. B. ku bavê malbatê ye, di demên dawî de di bin zexteke derûnî ya giran de bûye lê lêpirsîna dadî ji bo piştrastkirina van agahiyan berdewam dike.

Ji nêzîk ve gule li wan reşandin

Fermandarê Ewlehiyê yê Hemayê got, "Tometbar çeka keleşînkofê bi kar aniye û ji mesafeyeke gelekî nêzîk ve gule li qurbaniyan reşandine.

Şûna barûdê li ser destên wî maye û li gorî delîlên tiba dadî, gule ji heman çeka ku li cihê bûyerê bûye derketine."

Kamerayan kêliya bûyerê qedy kir

Her wiha kamerayên çavdêriyê yên li ber malê, kêliya bûyerê qeyd kiriye.

Di dîmenan de xuya dibe ku bav çekê ji jûreke kêlekê tîne ku lê veşartibû û piştre ji bo pêkanîna tawanê dikeve hundir.

Li gorî rapora tiba dadî, qurbaniyan nêzîkî 13 demjimêran beriya ku tîmên ewlehiyê bigihîjin cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.