HIMS - Şahidên bûyerê behsa teqîna li mizgeftê dikin
Hims (Rûdaw) - Li bajarê Himsê yê Sûriyeyê di dema nimêja înê de li mizgeftekê teqîn çêbûn.
Di encama êrişê de 8 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.
Bûyer roja înê 26ê mehê li Mizgefta Elî bîn Ebû Talib a li Himsê çêbû.
Li gorî agahiyan, kesekî nenas di dema nimêjê de derbasî nav nimêjkeran bûye û çend teqîn pêk anîne.
Hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dest bi lêkolînan kiriye û Wezareta Tenduristiyê jî piştrast kir ku 8 kes mirine û 22 kes jî birîndar bûne.
Meleyê Mizgefta Elî bîn Ebû Talib, Miheyldîn Selûm diyar kir ku bûyer saet 12:30î dema ku dora 150 kesî ji bo nimêjê amade bûn qewimî.
"Ti pirsgirêk di navbera Sunî û Elewiyan de nîne"
Miheyldîn Selûm bal kişand ser bihevrejiyana mezhebî ya li mizgeftê û got:
"Ev mizgefta Elewiyan e lê ti pirsgirêk di nav me de tune, yên ji mezheba sunî jî li cem me nimêj dikin. Min jî li mizgefta wan nimêj kiriye.
Ew di nimêjê de destê xwe datînin ser hev lê em sidil dikin û destê me li tenîşta me ye. Tenê ev ferqa me ye û ne mijareke nû ye.
Ji sala 2009an ve ez gotarnimêjê vê mizgeftê me û ez û şêxên hevalên xwe em li hev dikin."
Mele Miheyldîn Selûm li ser kêliya teqînê jî got, "Dengê teqînê bihêz bû.
Di destpêkê de em matmayî man heta ku min fêm kir teqîn çêbûye, xelk reviya.”
"Derb li serê min ket"
Yek ji birîndarên bûyerê Ehmed Îbrahîm ê ku li Taxa Wadî Zeheb dijî, behsa wê kêliyê kir.
Ehmed Îbrahîmê ku nû ji neştergeriyê derketiye wiha axivî, "Derbe li serê min ket û perçeyek tê de ye.
Dema ku teqîn çêbû min xwe da alî, min serê xwe daxist lê derb li serê min ket. Ez di derî re derketim û min dît xelk derdikevin."
Piştî bûyerê li goristanê merasîma binaxkirinê hat lidarxistin û hêsrên dayik û hevjînan tevlî baranê bûn.