DAIŞê bi jinên xwekuj êrîşî HSDê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyeke herêma Dêrezorê 3 jinên xwekuj ên DAIŞê xwe li nêzîkî pêgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) teqandin û di encamê de 4 şervanan jiyana xwe jidest dan û 10 şervanên din jî birîndar bûn.
HSDê ragihand, ku li derdora bajarokê Sûse çekdarên DAIŞê bi kember û otombêlên bombekirî dest bi êrîşê kirin û di encamê de şerekî dijwar derket.
HSDê dibêje, di vî şerê herî dawiyê de 143 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, lê vê carê 5 çekdarên DAIŞê ji toneleke nêzîkî Sûse derketin, ku 3 zilam û 2 jin bûn û êrîşî ser pêgehên şervanan kirin.
Li gor daxuyaniya HSDê di encamê de ew her 5 çekdar jî hatin kuştin.
Îlona sala 2018an HSDê qonaxa duyem a Operasyona Bagera Cezîrê bi navê jinavbirina DAIŞê li rojhilatê Dêre Zorê da destpêkirin, lê keş û hewaya xirab, vedana mîn û teqînên xwekujî ji aliyê DAIŞê ve dijî şervanên HSDê heta niha yekalîkirina şer dereng xistiye.