Piştî agirbestê vegeriya ser mala xwe lê tiştek ji malê saxlem nedît

28-02-2016
RÛDAW
Bajarê Humsê ji ber şer wêran bûye
Bajarê Humsê ji ber şer wêran bûye
A+ A-

Hums  (Rûdaw) - Hums, ew bajarê xweş, di encama şerê navxweyî de li Sûriyê wêran bûye. Xelkê Humsê jî perîşan bûye, tevî hemû xerabiyan jî, ew di roja duyemîn a agirbestê de, pê dihesin ku weke berê şer ne tund e, lê dîsa jî car bi car li hinek deveran binpêkirin çêbûn.

 

Jineke koçber a ji Humsê, vedigere mala xwe, lê ew mala xwe wêrankirî dibîne, jina Humsî têkdiçe û dibe hawara hemû xelkê Humsê ji bo hemû cîhanê.

 

Wê jinê gellek kes ji malbata xwe di şer de winda kirine û ew hatine kuştin. Ew dibêje, ew wan kesên ku endamên malbata wê kuştin û bûne sedema êş û azarên wê, efû nake.

 

Ji ber şer û pevçûnan, beşeke zêde ya ji taxên bajajrê Humsê wêran bûne, êdî jiyan li gellek taxên bajêr nemaye, her wek taxa Baba Emr.

 

Ev dîmenên nû yên vî bajarî ne, piştî ku ew 5 sal in şerên giran di navbera komên çekdar û hêzên Hikûmeta Sûriyê de li vî bajarî diqewimin. Heya îro yekşemî ku duyem roja agirbestê ye, şer li hin tax û deverên Humsê berdewam bû.

 

Ev jin vegeriyaye mala xwe, ku demek dirêj bû koçber bû. Lê belê şûnwarên şer li ser dîwarên mala wê xuya dikin. Ew dibêje, wan kesn efû nake yên ku mala wê wêran kirine.

 

Navê wê jinê Buseyne Helwanî ye ku yek ji rûniştvanê Humsê ye. Buseyne Helwanî dibêje: “Em 2 caran ji Baba Emr derketin, cara yekem ku em vegeriyan, me dîti ku çekdar odeyê dişewitînin.”

 

Malbata wê jinê bi hevjînê wê ve 6 kes in. Ew niha vegeriyane, daku her tiştek ku bi kêrî wan were bi xwe re bibin û bi yekcarî ji Humsê derkevin, lê belê wek ew jin dibêje, bi wêranbûna bajarê xwe matmayî maye.

 

Mala wê di dema dorpêça ser taxa Baba Emr û bajarê Humsê bi giştî hat wêrankirin. Beşeke zêde ya mala wê hatiye şewitandin û di nav oden male de hêj gulle û temenî hene.

 

Buseyne Helwanî herwiha dibêje: “Çekdar cardin derbas bûn. Em vegeriyan û me dît ku çi qewimiye. Mala tiyê min jî li wir e, mala wî jî şewitandine, tişteke me nemaye. Êdî em nikarin li wê male bijîn, lewma em neçar man li mala cîranê xwe bimînin.”

 

Ew malbat, her şev li mala cîranên xwe radizên, lê destê Buseyneyê ji mala wê naqete û rojane paşmayiyên wêraniyê paqij dike.

 

Ew neqeb bi gulleyê topekê li wî dîwarî hatiye vekirin. Zarok jî destê xwe dirêjî purteqalên taxa Baba Emr dikin. Xanima Humsî kelegirî di qurka wê de ye, mala xwe wek welatekî biçûk bi nav dike.

 

Buseyne wiha li ser hestên xwe wiha dibêje: “Hestên min çi ne, ez nizanim. Pirr zehmet e mala te welatê te ye, ew welatê te yê biçûk e, weka çawa Sûriye mala me ya mezin e. Mala me jî welatê me yê biçûk e. Pirr zehmet e dema ku min lîstokên zarokên xwe li ser wan wêraniyan dît.”

 

Xanima Humsî dibêje, her tişt di jiyana wan de hat guhertin. Di hemû waran de zirar gihîştiye wan û ew eşkere dike, ew wan kesên ku endamên malbata wê kuştine, efû nake.

 

Buseyne Helwanî wiha berdewam dike:

 

“Pêşeroja me têkçû, zarokên min di dibistanên xwe de yekem bûn. Ez nikarim xwastekên jiyanê jî ji wan re peyda bikim, ji aliyê madî ve, xwarina wan wek berî nîne, xwandina wan jî ne wek berê ye, heta ez jî bi wan re ne wek berê me. Her tişt di hindurê me de hatiye guhertin. Dinya li ser sere me qulipandin. Ez nizanim, nizanim, bi rastî zehmet e. Kurê mamê min şehîd e, e qet xwîna wî efû nakim.”

 

Hums di destpêka xwepêşandanên xelkê Sûriyê de bibû paytextek ji çalakvanên Sûrî re, lê belê bi destpêkirina şer re, pirraniya xelkê wê koçber bûn û tenê serpêhatî û bîrewerî di nav kawilan de ji xelkê vî bajêrî re maye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst