Li Sûriyeyê êrişî Xirîstiyan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Siqêlbiyê yê parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê, çend kesan ku hinek ji wan çekdar bûn êrişî dikan û otomobîlên niştecihên Xirîstiyan kir û gef li wan xwar.

Birêvebirê Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî.

Cemîl Diyarbekirlî ragihand ku şeva înê çend kesan xwestiye keçeke Xirîstiyan li bajarê Siqêlbiyê aciz bikin û di encamê de di navbera wan kesan û ciwanên bajarê Siqêlbiyê de pevçûn derketiye.

"Êrişî dikan û otomobîlên xelkê kirin"

Piştî wê bûyerê, bi dehan kesên ku hinek ji wan çekdar bûn ji bajarokê Keliha Medîqê çûn nav bajarê Siqêlbiyê.

Piraniya niştecihên Siqêlbiyê Xirîstiyan in.

Çekdar û êrişkaran êrişî dikan û otomobîlên niştecihan kir û  gef li wan xwarin û heqaret li wan kir.

Li Şamê kombûna piştgiriyê

Vê êrişa li ser Xirîstiyanên Siqêlbiyê nerazîbûna Xirîstiyanên Şamê jî bi xwe re anî.

Hinek Xirîstiyan li ber Dêra Meryemiyê ya li Şama Kevin kom bûn û piştgiriya xwe ya ji bo Xirîstiyanên Siqêlbiyê nîşan da.

Birêvebiriya Ragihandinê ya Hemayê derbarê vê bûyerê da zanîn ku Birêvebiriya Herêma Xabê li gel rûspî û kesayetiyên olî civiyaye.

Her wiha bi beşdariya Fermandariya Ewlehiya Navxweyî jî civînek hatiye kirin da ku pirsgirêka şeva înê gotûbêj bikin.

"Nakeve çarçoveya bûyereke takekesî"

Birêvebirê Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ev êriş nirxand û got:

"Bûyera li Siqêlbiyê her çi qasî di destpêkê de şerekî takekesî bû jî lê êrişên ku piştî wê hatin kirin, mixabin nakevin çarçoveya bûyereke takekesî.

Dikan hatin şikandin, heqaret hatin kirin û xelkê aram hat tirsandin."

Diyarbekirlî bal kişand ser "çanda serkeftiyan" a li Sûriyeyê û wiha pê de çû:

"Van demên dawiyê li Sûriyeyê çandeke serdest heye, ew jî 'çanda serkeftiyan' e.

Ev çand rê dide her kesê ku wê dipejirîne, bi hinceta ku ew 'serkeftî ne' destê xwe dirêjî hemû axa Sûriyeyê bikin.

Helbet em nizanin ew li hemberî kê bi ser ketine û dijminên wan kî ne."

"Dewlet nikare tenê ji bo hinekan bibe dewlet"

Cemîl Diyarbekirlî ji rayedarên Sûriyeyê xwest ku ewlehiyê pêk bînin û anî zimên:

"Em daxwazê ji desthilata heyî dikin ku serweriya xwe li seranserê axa Sûriyeyê pêk bîne û berpirsyariyên xwe yên exlaqî û yasayî yên di parastina hemû welatiyan de bi cih bîne.

Dewlet nikare ji bo hinek kesan bibe dewlet û ji bo hinekên din nebe dewlet."

Birêvebirê Rewangehê di dawiya axaftina xwe de hişyarî da û got:

"Bêyî diyalogeke niştimanî û peymaneke civakî ya rasteqîn, em nikarin dewletê ava bikin.

Eger ev yek nebin, em dê her tim bibin şahidê bûyerên wekî yên li Siqêlbiyê.

Em spasiya Xwedê dikin ku vê carê ti qurbanî çênebûn lê di carên berê de mirov miribûn."