Hêzên ewlehiyê Kurdekî ji Efrînê girt û 100 hezar dolarî jê dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Giştî yên Sûriyeyê welatiyekî Kurd ê ji Efrînê ku piştî 22 salan vegeriyabû Sûriyeyê girt û li hemberî berdana wî 100 hezar dolarî jê dixwazin.

Parêzer û mafnasê Kurd Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku 28ê Tîrmehê derdora saet 10:30ê sibehê, Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê welatiyê Kurd Hesen Hemîd girt.

Li gorî agahiyên Îbrahîm Şêxo, Hesen Hemîd li Taxa Mesakin Sebîlê dema ku ji bo çareseriya hevjîna xwe ya nexweş diçû klînîkeke bijîşkan, hatiye girtin.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku Hêzên Ewlehiyê Hesen Hemîd bi wê yekê tohmetbar dikin ku 100 hezar dolar pereyê wan li cem birayê wî ye, lê ji ber ku birayê wî ne diyar e, wan Hesen Hemîd li şûna birayê wî girtiye û niha ew li navenda polîsan a Ezîziyeyê ya li Helebê girtî ye.

Hesen Hemîdê 57 salî, ji gundê Kefer Zîtê yê yênavçeya Cindirêsê ya Efrînê ye.

Hesen Hemîd berî 22 salan ji Sûriyeyê derketibû û li Herêma Kurdistanê dijiya.

Piştî rûxîna desthilata Esed, berî nêzîkî 6 mehan vegeriyabû Helebê.