Li Hemayê cebilxaneya mûşekan hat bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Çend sal in êrîşên Îsraîlê bo nav axa Sûriye bi berdewamî tên kirin. Piraniya wan êrîşan jî li gor Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê û medya wî welatî dijî pêgehên Supaya Pasdaran a Îranê ne, ku piştî şerê navxwe yê Sûriyê li çend bajarên wî welatî ava kirine.
Li gor Ajansa SANAyê ya hikûmeta Sûriyê, êvara 25ê Tebaxa 2022ê, firokeyên Îsraîlê êrîşî navçeya Misyaf li rojavayê parêzgeha Hemayê li naverasta Sûriye kirine.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov jî, cebilxaneyên Mûşekan li herdû gundên El-Zawî û Şêx Xedban li rojavayê Misyafê hatine bordûmankirin.
Li gor heman çavkaniyan bordûmana firokeyên Israîlê 6 demjimêran li navçeya Misyafê ya Hemayê berdewam bûye, di encam de zêdeyî 1000 mûşek hatine jinavbirin, herwiha efserekî Sûrî canê xwe ji dest daye û 14 sivîl jî li derdorê birîndar bûne.