Hejmara qurbaniyên belema koçberan li nêzî Tertûsê gihişte 100 kesan
Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara koçberên ku bi sedema binavbûna belemekê li nêzî bendera Tertûs a Sûriyê canê xwe ji dest dane, bo 100 kesan bilind bû.
Medyaya fermî ya Sûriyê roja Sêşembê 27ê Îlona 2022an ragihand, hejmara qurbaniyên belema Lubnanî gihîşt 100 kesan, piştî ku hejmarek termên din di nav deryayê de hatin dîtin.
Li gor medyaya Sûriyê, ew koçberên ku ji wê bûyerê hatibûn rizgarkirin û hejmara wan 20 kes bûn, piştî dermankirinê û başbûna rewşa wan a tendirustî niha nexweşxane bicî hiştine.
Tê texmînkirin ku nêzî 150 kes di wê belemê de bûne ku roja Pêncşembê li nêzîk bendera Tertûs a Sûriyê nuqmê avê bû. Ji wê hejmarê tenê 20 kes rizgar bûne.
Kesên di belemê de xelkê Suriyê, Felestîn û Lubnanê bûne. Li gor zanyariyên Rûdawê, herwiha malbateke Kurdên Efrînê jî di nava belemê de bûye ku ew jî di bûyerê de xeniqîne.
Roja Şembiyê 24ê Îlonê medyaya fermî ya Sûriyê ragihandibû ku hejmara qurbaniyên bûyerê gihîştiye 94 kesan.
Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî dibêje, heta niha termên 10 zarokan hatine dîtin.
Bendera Tertûsê li Sûriyê dikeve 50 kîlometriya bakurê bendera Terablus a Lubnanê.
UNHCR ragihandiye, sala bihorî 1570 kes ji Lubnanê ve û bi belemên biçûk xwe gihandine welatên Ewropayê ku 186 kes ji wan Lubnanî bûne. Piraniya beleman ku ji Lubnanê ve birêdikevin, diçin Qibrisê ku 175 kîlometran ji benderên Lubnanê ve dûr e.