Ramî Ebdulrehman: Eger rapirsiyek bê kirin piraniya Durzî û Elewiyan dê HSDyê hilbijêrin

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman got, "Eger niha rapirsiyek bê kirin piraniya Durzî û Elewiyan dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hilbijêrin.”

Ramî Ebdulrehman mijarên li rojevê ji televîzyona Meşhedê re nirxandin.

Ramî Ebdulrehman diyar kir ku "Hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hene” û berdewam kir:

“Lê Elewiyên peravê ji kû hatine ku di nav refên HSDyê de bên leşkerkirin?

Heta ku di nav Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de Turkistanî, Ozbek, Tacîk, ên ji welatên Kendavê û yên ji Bakurê Afrîkayê hebin çi astengî heye ku Elewî û Durzî tevlî HSDyê bibin?

Hinek hene dixwazin bibêjin ku Kurd, Elewî û Durzî li wê deverê bûne hêzek ji bo kêmaniyan.”

“Pêdiviya HSDyê bi hezaran heye”

Wî diyar kir ku artêşa Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan pêk nayê û got:

“Ne asayî ye ku artêşeke niştimanî were avakirin ku pişta xwe bi beşek ji gelê Sûriyeyê ve girê bide û paşê em jê re bibêjin artêşa niştimanî.

Li El Bûkemalê fermandarên berê yên DAIŞê niha endamên Asayişa Giştî ne û her wiha li Meyadînê jî wisa ye.

Pêdiviya HSDyê bi hezaran heye lê çima pêdiviya wê bi hezaran Elewî, Durzî û yên din heye û çima zêdetir giringî bi Elewî û Durziyan tê dayîn û em giringiyê nadin Erebên Sunî yên ku li gel HSDyê ne?

Li Dêrezorê şervanên di nav milîsên Îranî de hene ku niha di refên Asayişa Giştî de ne."