TAYBET - Li ser sînorê Sûriye û Îsraîlê çi diqewime?
Şam (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê li ser hêla temasê, li gundê Beyt Cinê operasyonek pêk anî.
Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê, di şer û pevçûnan de 13 kes hatin kuştin û li gorî daxuyaniya Îsraîlê jî 6 leşkerên wan birîndar bûne.
Bûyerê îro li gundê Beyt Cinê yê li başûrê Sûriyeyê rû da.
Hêzên Îsraîlê derbasî gund bûn û 3 welatî desteser kirin.
"Dengê guleyan dihat"
Welatiyê bi navê Xezowan Mihemed Hemadî yê ku mala wî wêran bûye û du zarokên wî birîndar bûne, behsa kêliya êrişê kir:
“Saet 3-4ê derengê şevê bû, me dît balafir hatin û dengê guleyan hat bihîstin.
Dengê bi ser û ber bûn, ez û hevjîna xwe û zarokên xwe li malê di xew de bûn."
"Gund hat dorpêçkirin"
Şahidhalê bi navê Mihemed Hemadî diyar kir ku gund hatiye dorpêçkirin û anî zimên:
"Balafir, topavêj û mûşek hebûn. Me dît carekê ev dever hat dorpêçkirin.
Sê kes birin, derbasî mala wan bûn û ew birin lê em nizanin kî ne."
Welatiyekî din ê gund jî îdia kir ku hinceta Îsraîlê hebûna komên çekdar bûye û got:
"Hinceta wan ew bû ku Hemas û Hizbulah li vir in lê kes li vir tune."
Wezareta Tenduristiyê: 13 kes hatin kuştin
Di encama operasyona Îsraîlê de nêzîkî sê demjimêran şer derket.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku 13 kes hatine kuştin û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûne.
Karmendê Wezareta Tenduristiyê Ziyad Mihemed Ebû Hemde li ser bilançoya bûyerê got:
"13 kes şehîd ketine, nêzîkî 20 birîndar jî veguhastin nexweşxaneyên Miwasat û Colanî."
Li aliyê din Artêşa Îsraîlê jî derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di operasyonê de 6 leşkerên wan birîndar bûne.