Li ser sînorê Sûriye-Libnanê 8 Sûriyeyî di çem de winda bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Komeke Sûriyeyî ya ku ji 11 kesan pêk dihat dema xwestin di Çemê El-Kebîrê yê li ser sînorê Sûriye-Libnanê re derbasî Libnanê bibin, lehiyê ew bi xwe re birin.
Di bûyerê de 3 kes hatin rizgarkirin lê 8 kes ku 5 ji wan zarok in di nav avê de winda bûn.
Li gorî nûçeya Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li başûrê parêzgeha Tertûsê ya Sûriyeyê li nêzîkî sînorê Libnanê karesateke mirovî rû daye.
Ji ber barana zêde û bahozê asta ava Çemê El-Kebîr bilind bûye û dema 11 sivîlan xwestiye bi qaçaxî derbasî aliyê Libnanê bibin, lehî rabûye û avê ew bi xwe re birine.
Pîremêrek û 5 zarok winda ne
Li gorî daxuyaniya yekîneyên Parastina Sivîlan a Sûriyeyê, di encama hewldana tîman de zilamek û du jin bi saxî hatine rizgarkirin.
Lê heta niha xwe negihandine pîremêrek, 2 jin û 5 zarokan ku avê ew bi xwe re birine.
Xebatên lêgerînê bi zehmetî dimeşin
Hat diyarkirin ku ji ber zêdebûna av çêm, leza avê û firehiya rûbar xebatên lêgerîn û rizgarkirinê gelekî zehmet bûne.
Li gorî medyaya fermî ya Sûriyeyê, tîmên parastina sivîlan û yekîneyên artêşa Sûriyeyê tevî rewşa neyînî ya hewayê ji bo dîtina windayan bi hevahengî xebatan didomînin.