Elewî daketin qadan: ‘Daxwaza me federasyon û parastina navneteweyî ye’

Hewlêr (Rûdaw) – Elewiyên parêzgehên Tertûs, Hama, Hims û Laziqiyeye, yên Sûriyeyê bi daxwaza federasyonê xwenîşandan li dar xist.

Serokê Konseya Îslamî ya Elewiyên Sûriye û Derveyî Welat Xezal Xezal, banga lidarxistina xwenîşndanan kiribû.

Xezal di banga xwe de daxwaza "federasyona siyasî û mafê çarenivîsê" kiribû.

Piştî vê bangê li hinek herêmên Sûriyeyê xelk bi girseyî daketibûn qadan.

Bi hezaran kes li Çerxerêya Zîreat û Ezherî yên Laziqiyeyê, Çerxerêya Amara û Taxa Nexweşxaneyê yên Cebleyê, Çerxerêya Merîce ya Qerdehayê, Çerxerêya Qusûr a Baniyazê û Çerxerêya Seedî ya Tertûsê civiyan.

Her wiha li navçeya Misyafê ya Himsê, Wadî El Zeheb, Meydana Mizgefta Îmam Elî Bîn Ebî Talib, Taxa Zehra û herêma Wadî Uyûn a Hamayê jî xwenîşandan hebûn.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê li cihên xwenîşandanan tedbîrên tund girtin.

Xwepêşanderan dirûşmên têkildarî daxwaza federasyonê berz kirin û xwestin hikûmeta Şamê mafên wan nas bike.

Li herêmên Laziqiye û Cebleyê di navbera xwenîşanderan û hêzên hikûmetê de alozî derketin û hêzên ewlehiyê yên hikûmetê êrişî xwenîşanderan kir.

Li navenda bajarên Hims û Laziqiyeyê di navbera xwenîşander û hin komên nêzîkî hikûmetê jî de şerê bi kevir û daran derket.

Hêzên ewlehiyê li hinek cihan ji bo belavkirina xwenîşanderan gule berdan hewayê.

Li gorî zanyariyan li Laziqiyeyê endamekî ewlehiyê hatiye kuştin.

Midûrê Ewlehiyê yê Laziqiyeyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê re axivî.

Midûrê Ewlehiyê diyar kir ku li Çerxerêya Ezheriyê di dema protestoyên ku bi banga Xezal Xezal hatine lidarxistin de kesên çekdar gule berdane hewayê.

Berpirsê Ewlehiyê destnîşan kir ku hêzên ewlehiya navxwe midaxele kiriye û rewş xistiye bin kontrolê.

Li aliyê din, li gorî nûçegihanê SANAyê, li Laziqiyeyê di êrişa çekdarî ya "alîgirên rejîma rûxiyayî" de endamekî hêzên ewlehiyê miriye.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê yekîneyên zêde şandin wan xalên ku li Laziqiyeyê alozî lê hene.

Parêzgariya Tertûsê daxuyanî da

Parêzgariya Tertûsê jî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê ragihand ku li gundewarê Baniyazê kesên nenas bi bombeyên destan êriş kiriye û 2 endamên ewlehiyê birîndar bûne.

Xezal Xezalê ku rêbertiya Elewiyên Sûriyeyê dike, piştî êrişa li Himsê daxuyanî dabû.

Rêxistina Seraya Ensar El-Sune li Himsê êrişî mizgefteke li taxa Elewiyan kiribû û 8 kes miribûn û 20 kes jî birîndar bûbûn.

Hat ragihandin ku di pevçûnên Laziqiyeyê de ji refên sivîl û hêzên ewlehiyê kuştî û birîndar hene.

Xezal di daxuyaniya xwe de idia kiribû ku bûyer "mînaka Nazîzmê ye ku li dijî gelê Cihûyan hatibû kirin."

Xezal daxwaza federasyona siyasî û parastina navneteweyî kiribû û bangî elewiyan kiribû ku xwenîşandanan li dar bixin.