Li Laziqiyeyê şer û pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Elewiyên parêzgehên Tertûs, Hama, Hims û Laziqiyeye, yên Sûriyeyê bi daxwaza federasyonê xwenîşandan li dar xist.

Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê diyar kir li wan cihên xwenîşandan hene di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê xwenîşanderan de pevçûn derketiye û di encamê der 6 kes hatin kuştin û herî kêm 50 kes birîndar bûne.

Li gorî SANAyê endamekî hêzên ewlehiya Sûriyeyê jî di pevçûnan de hatiye kuştin.

Serokê Konseya Îslamî ya Elewiyên Sûriye û Derveyî Welat Xezal Xezal doh banga lidarxistina xwenîşandanan kiribû.

Xezal di banga xwe de daxwaza "federasyona siyasî û mafê çarenivîsê" kiribû.

Piştî vê bangê li hinek herêmên Sûriyeyê xelk bi girseyî daketibûn qadan.

Bi hezaran kes li Çerxerêya Zîreat û Ezherî yên Laziqiyeyê, Çerxerêya Amara û Taxa Nexweşxaneyê yên Cebleyê, Çerxerêya Merîce ya Qerdehayê, Çerxerêya Qusûr a Baniyazê û Çerxerêya Seedî ya Tertûsê civiyan.

Her wiha li navçeya Misyafê ya Himsê, Wadî El Zeheb, Meydana Mizgefta Îmam Elî Bîn Ebî Talib, Taxa Zehra û herêma Wadî Uyûn a Hamayê jî xwenîşandan hebûn.

Xezal Xezalê ku rêbertiya Elewiyên Sûriyeyê dike, piştî êrişa li Himsê daxuyanî dabû.

Rêxistina Seraya Ensar El-Sune li Himsê êrişî mizgefteke li taxa Elewiyan kiribû û 8 kes miribûn û 20 kes jî birîndar bûbûn.

Hat ragihandin ku di pevçûnên Laziqiyeyê de ji refên sivîl û hêzên ewlehiyê kuştî û birîndar hene.

Xezal di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû ku bûyer "mînaka Nazîzmê ye ku li dijî gelê Cihûyan hatibû kirin."

Xezal daxwaza federasyona siyasî û parastina navneteweyî kiribû û bangî Elewiyan kiribû ku xwenîşandanan li dar bixin.

Piştî rûxîna desthilata rejîma Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an, Elewî çend caran rûbirûyî tundiyê bûbûn.

Xezal Xezalê ku rêbertiya Elewiyên Sûriyeyê dike, piştî êrişa li Himsê daxuyanî dabû.

Rêxistina Seraya Ensar El-Sune li Himsê êrişî mizgefteke li taxa Elewiyan kiribû û 8 kes miribûn û 20 kes jî birîndar bûbûn.

Hat ragihandin ku di pevçûnên Laziqiyeyê de ji refên sivîl û hêzên ewlehiyê kuştî û birîndar hene.

Xezal daxwaza federasyona siyasî û parastina navneteweyî kiribû û bangî elewiyan kiribû ku xwepêşandanan li dar bixin.

Li gorî zanyariyan hêzên ewlehiyê yên hikûmetê li herêmê belav bûn û wan destwerdan kir da ku aloziyên di navbera xwenîşander û dijberên xwenîşandanê de rawestînin.

Li gorî çend çavkaniyên xwecihî, wan hêzan gule reşandine û di encamê kuştî û birîndar hene.

Heta niha berpirsên Sûriyeyê piştrast nekiriye ku hêzên ewlehiyê gule reşandine lê dibêjin, "Rewş hatiye kontrolkirin."

Rayedaran xwenîşander wekî "paşmayên girêdayî hikûmeta berê ya Sûriyeyê" pênase kirin.

Bajarê Himsê yê ku teqîn lê rû dabû piraniya şêniyên wê Sunî ne lê çend taxên wê hene ku piraniya wan Elewî ne.

Ev pêkhate bêhtir li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê yên li peravên deryayê dijîn.

Li aliyê din, Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Laziqiyeyê Nûredîn Brîmo ji AAyê re axivî.

Brîmo diyar kir ku aliyên rejîma rûxiyayî ketine nava xwenîşanderan û zirareke mezin daye malên giştî.

Brîmo ragihand ku di pevçûnan de yek jê endamê hêzên ewlehiyê 3 kes û 60 kes jî birîndar bûne.

“Agirê fitneyê gûr dkin”

Li aliyê din, Melayê mizgefta ku teqîn lê çêbûye Mihyedîn Selûm li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Selûm got, "Ev mizgefta Elewiyan e lê ti pirsgirêk di navbera me de nîne, Sunî jî li cem me nimêjê dikin û min jî li mizgefta wan nimêj kiriye.

Dengê teqînê bihêz bû, serê pêşî em matmayî man heta ku min fêm kir teqîn çêbûye û xelk reviya."

Termên qurbaniyên teqînê bi merasîmekê hatin binaxkirin.

Şêx Mihyedîn di merasîmê de ji Elewiyan re axivî û got:

"Doh li vir di Mizgefta Îmam Elî de teqîn kirin da ku hêrsa Elewiyan rakin û tevlîheviyê derxin.

Piştî çend rojên din dê li cihekî din jî teqînê bikin, li mizgefeke birayên me yên Sunî, li qadeke kombûnê, da ku bê gotin Elewiyan tola xwe hilda.

Bi vî awayî agirê fitneyekê gur dikin ku em dê tê de bibin êzing.

Rica dikim hemû hewla xwe bidin ku aqil, aramî serdest be û em neçin wî aliyê ku dijminên niştiman dixwazin."

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê nûçeya kuştina endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn û birîndarbûna çend endamên din ragihand.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got,"Di dema bicihanîna erka xwe ya niştimanî ya ji bo parastina ewlehiyê û dabînkirina ewlehiya xwenîşandanan de li parêzgeha Laziqiyeyê rastî wî êrişî hatin."

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê hişyarî da xwenîşanderan û got:

"Ev tawan û xiyanet rê li ber me nagire ku em li ser erka xwe ya parastina niştiman û welatiyan berdewam bin.

Em dê bi biryardarî û rijdbûnê berdewam bin li ser şopandina tewanbaran û radestkirina wan bo dadgehê da ku cezayê xwe yê dadmend wergirin."

SOHR: Hêzên ewlehiyê du kes kuştin

Serokê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Ebdulrehman got, "Hêzên ewlehiyê di dema belavkirina xwenîşandana bajarê Laziqiyeyê de du kes kuştin."

Paşê ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) li ser zarê Rêveberiya Tenduristiya Laziqiyeyê belav kir:

"Sê kesan canê xwe ji dest daye û 60 kesên din jî birîndar bûne.

Ev di encama êrişa paşmayên rejîma berê ya li ser hêzên ewlehiyê û xelkê sivîl de bûye ku di dema nerazîbûnên bajêr de pêk hatiye."

Endamekî Rabîteya Elewiyan: Herî kêm 8 xwenîşander hatine şehîdkirin

Endama Emîndariya Giştî ya Rabîteya Elewiyên Sûriyeyê Lîna Berekat li ser rûdanan ji Rûdawê re axivî.

Lînayê got,"Xwenîşandan piştî wê demê hat ku Şêx Xezal Xezal ji bo desthilata Sûriyeyê diyar kiribû.

Ew jî di encama wê teqînê de bû ku li Mizgefta Îmam Elî yê kurê Ebî Talib a li taxeke ku piranî Elewî ne rû da."

Lînayê li ser daxwazên Elewiyan û qurbaniyên xwenîşandanan got, "Xelk daxwaza mafê xwe dike. Hikûmeta defakto bêyî ku guh bide daxwaza xelkê êriş kir.

Mixabin hejmarek xelk hatin kuştin û birîndar bûn. Herî kêm 8 kes hatine şehîdkirin û hejmareke zêde ya birîndaran jî heye.

Hikûmeta defakto dixwaze hincetekê ji bo binpêkirinên xwe bibîne, loma Elewiyan tohmetbar dike.

Ev salek e binpêkirin li Sûriyeyê berdewam dikin û Elewî jî bi şêwazekî aştiyane daxwaza mafê xwe dikin.

Em daxwaza parastina miletê xwe dikin.

Zêdetirî du hezar Elewî bi tohmeta 'paşmayên rejîma berê' di girtîgehan de ne ku ev tenê hincet e.

Ew kes ti pirsgirêkeke wan bi hikûmeta defakto re nebûye û niyeta xwe ya pak nîşan dane."

“Bi otomobîl, kêr û birekan êrişî xwenîşanderan kirin”

Çalakvanê ji bajarokê Ceblê yê Sûriyeyê Îlyas Hedad jî ji Rûdawê re axivî.

Hedad ragihand ku bi hezaran kes bi awayekî aştiyane çûne ser kolanan û daxwaza federalî û azadkirina girtiyan kirine ku "bi sedemên mezhebî hatine girtin.

Bi êrişa bi otomobîlan, kêr, birek, dar û beran bersiva xwenîşanderan dan û êrişî ser wan kirin û ew dorpêç kirin.

Li peravên Sûriyeyê; Hims, Tertûs, gundewarê Tertûsê, Laziqiye, gundewarê Laziqiyeyê, Ceblê û derdora wê, Qerdaxe û hinek deverên Hemayê xwenîşandan hatin kirin.

Şehîdek li Ceblê û şeş şehîd li Laziqiyeyê hene.

Pêngaveke girtina bikom jî li dijî xwenîşanderan dest pê kiriye. Ew xwenîşander xelkekî hejar û bêguneh in.

Çekên wan nînin û çekdar hemû girêdayî desthilatê bûn."