Rêveberiya Xweser li ser xwenîşandanên Sûriyeyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê, bikaranîna tundiyê ya li dijî xwenîşanderên li peravên Sûriyeyê (herêmên Laziqiye û Tertûsê) şermezar kir.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê her wiha hişyarî da ku polîtîkayên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rê li ber şerê navxweyî vedikin û "Sûriyeyeke nenavendî" xwest.
Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê, derbarê aloziyên dawî yên li herêmên peravên Sûriyeyê û êrişên li ser sivîlan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Rêveberiyê ragihand ku ew bi fikareke mezin rûdanên li Sûriyeyê dişopînin ku piştî xwenîşandanên aştiyane derketine holê.
"Sivîl hatin şehîdkirin û birîndarkirin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê tundî li dijî xwenîşanderan bi kar aniye û wiha hat gotin:
"Destwerdana hêzan û bikaranîna tundiya zêde heta gihîştiye asta bikaranîna çekan, bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hinek sivîl. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin."
"Siyasetên zordar dubare dikin"
Rêveberiya Xweser, berpirsên Hikûmeta Demkî bi kûrkirina aloziyan tohmetbar kir û diyar kir ku ew "siyasetên binpêkirinê yên ku gelê Sûriyeyê li dijî wan serhildan kiribû, ji nû ve zindî dikin."
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku gotinên nefretê û gurkirina mezhebperestiyê tenê xizmeta dijminên Sûriyeyê dike.
Êrişên li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê
Rêveberiya Xweser bal kişand ser êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê jî û got:
"Tişta ku îro diqewime ne cara yekem e. Doh, êriş û kiryarên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û deverên din hebûn.
Ev yek helwesteke niştimanî ya cidî dixwaze."
Banga Sûriyeya nenavendî
Rêveberiyê tekez kir ku çareserî di avakirina "Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî" de ye û got:
"Mozayîka dewlemend a Sûriyeyê bi pirengiya xwe ya neteweyî, olî û civakî çavkaniya hêzê ye.
Parastina vê pirengiyê garantiya yekîtiya welêt e."
Di dawiyê de bangî hemû hêzên niştimanî hat kirin ku li şûna tundiyê, berê xwe bidin diyaloga hevbeş.