Îlham Ehmed çû Şamê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çû Şama paytexta Sûriyeyê.

Şandeyeke Rêveberiya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bi serokatiya Îlham Ehmed li Şamê ye.

Çavkaniyeke berpirs a ji Meclisa Sûriyeya Demokratik (MSD) ji Rûdawê re ragihand ku şandeyeke Rêveberiya Pêwendiyên Derve ya Rêvebveriya Xweser çûye Şamê.

Îlham Ehmed serokatiya wê şandeyê dike û şande de hinek civînan pêk bîne.

Li gorî heman çavakaniyê, di civînê de dê hewlên bo dîtina çareseriyeke ji bo paşeroja Sûriyeyê û  bicihanîna Peymana 10 Adarê werin gotûbêjkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adara îsal peymanek îmze kiribû lê niha di pêkanîna wê de pirsgirêk derketine.