Krîza sotemeniyê li Sûriyê her diçe mezintir dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Sûriyê bajarê Şamê krîzeke zêde ya benzîn û mazotê derketiye û ji bo otomobîl depoyên xwe dagirin bi saetan di sireyan de dimînin.
Li benzînxaneyên Şamê welatî ji bo bidestxistina benzînê demeke dirêj li pêşiya benzînxaneyan di dorê de radiwestin.
Hikûmetê berê ragihandibû ku bihayê benzînê ji sedî 130 zêde bûye, lê her diçe zêdetir dibe, lewra gilî û gazinên welatiyan jî zêde dibin.
Welatiyek dibêje: “Em ji bo bidestxistina benzîn û mazotê zehmetiyê dikişînin, gelek pêdiviyên me hene. Biha pir zêde ne, xelk dibêjin Amerîka petrolê didize û hinek bîr ji kar ketine. Rewş gelekî xirab e.”
Welatiyekî din jî got: “Em ji heştê êvarê ve di rêzê de ne, di heftiyê de tenê tankeke mazotê ji me re tê û ew jî têr nake."
Berî şerê navxwe, Sûriyê pêdiviya xwe ji berhemên petrolê ji neft û parzûngehên xwe dabîn dikir û ya zêde jî hinarde dikir, lê di dawiya sala 2012an de, hikûmeta Sûriyê kontrola piraniya bîrên petrolê ji dest da.
Li gor pisporekî, cezayên ser Sûriyê û hinek sedemên din ev krîz çêkirine.
Pisporekî aborî jî dibêje: “Hinek navçe li Sûriyê rûbirûyê krîza petrolê bûne, ji ber gelek sedeman, wek cezayên ser Sûriyê û wêrankirina jêrxana bîran ku pêwîstiya wan bi nûjenkirinê heye, li navçeyên ku bîr lê hene, hêza kar a ku bikaribe tiştên wêranbûyî vegerîne, nîne. Ji bilî nebûna parzûngehên neftê û welatên ku danûstandinên bi guman dikin û nefta Sûriyê didizin.”
Îran ku yek ji welatên piştîvanê Sûriyê ye ji sala 2018an ve Sûriyê ji kirîza sotemeniyê rizgar kiribû. Herî dawî di Gulana 2022ê de, careke din rêkeftina dabînkirina berhemên petrolê bo Sûriyê hat nûkirin û Îranê keştiyeke petrola xam 14ê Îlonê şand ji Sûriyê re.