Alaya Sûriyeyê û Sêmalka: Şamê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser, Alaya Sûriyeyê li Deriyê Sêmalkayê bilind kiribû, hikûmeta Şamê ev pêngav wekî "tevgereke yekalî" bi nav kir.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê doh cara yekem alaya Sûriyeyê li kêleka alaya xwe li Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê bilind kiribû.

Hikûmeta Şamê ev pêngav wekî "tevgereke yekalî" bi nav kir û ragihand ku ti hevahengî bi wan re nehatiye kirin.

Wêneyên her du alayan li kêleka hev, bi lez li ser torên civakî belav bûn û bûn sedema gengeşiyeke berfireh.

"Ev tevgereke yekalî ye”

Berpirsê Pêwendiyên Deriyên Sînorî yê Hikûmeta Sûriyeyê Mazin Elûş ji Rûdawê re ragihand ku ti pêwendiya wan bi bilindkirina alayê re nîne û got:

"Ev tevgereke yekalî ye ji aliyê HSDyê ve û ji bo tevlihevkirina rewşê ye.”

Heta niha Rêveberiya Xweser derbarê sedem û armanca vê pêngavê ti daxuyaniya fermî nedaye.

Divê were gotin ku Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de xaleke sereke û stratejîk e.