‘Şervanên HSDê 8 welatiyên Fransayê girtine’

Hewlêr (Rûdaw) – Medaya Fransa belav kir, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Reqa ya Sûriyê, 8 çekdarên DAIŞê yên bi rêgez fransiz girtine.

 

Li gorî nûçeyên medaya Fransayê, şervanên HSDê li bajarê Reqa ya Sûriyê, di dema operasyonê de 8 hemwelatiyên fransî girtine, ku çekdarê DAIŞê bûne.

 

Li gorî agahiyan yek ji girtiyan bi pileya “emir” e û navê wî Tomas Barnuel e.

 

Tomas Barnuelê 36 salî bixwe kesekî tometbar e û bi tometa ku serperştiya perwerdekirina toreke cîhadî li herêma Tulus a başûrê rojavayê Fransa kiriye, di sala 2009ê, cezayê zindanîkrinê bi ser wî de hatiye sepandin.

 

Toma Barnûel, di nava  rêxistinên tundrew ên Îslamî  de kesekî bi nav û deng bûye û di heman demê de weke cîgirê Mûhemmed Meran tê naskirin, ku wî kesî di sala 2012ê li bajarê Tulusê li dijî dibistana zarokên Cihûyan çalakiyeke mezin a terorîstî pêk anîbû bû û pêştira jî çend efserên artêşa Fransayê kuştibû.

 

Tê gotin ev kes di sala 2014ê de berê xwe daye Sûriyê û tevlî DAIŞê bûye.

 

Medyaya Fransa eşkere kir, ew çekdarên fransî yên DAIŞê li nêzîkî sînorê Iraqê hatine girtin.

 

Li gorî zaniyarên ku rayadarên Fransayê didin, nêzîkî 1500 hemwelatiyên wan çûne Sûriyê û Iraqê di nava refên çekdarên tundrew de şer dikin.


 

Nivîsîn: Necmî Salih