Bîlançoya xwenîşandanên li Sûriyeyê: 4 kuştî, 108 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Bîlançoya xwenîşandanên ku doh li bajarên beravê yên Sûriyeyê Laziqiye, Tertûs û Cebleyê bi banga Rêberê Olî yê Elewiyan Şêx Xezal El Xezal dest pê kirin û veguherîn tundiyê, hat eşkerekirin.

Hat ragihandin xwenîşandan de 4 kes hatine kuştin û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne.

Piştî bûyerên tundiyê niha li herêmê bêdengiyeke bi tirs heye.

Li gorî zanyariyan, hejmara miriyan zêde dibe û tank û wesayîtên zirxî li kolanan dewriyeyan diavêjin.

Piştî banga Şêx Xezal El Xezal doh xelk daketibû qadan, hêzên ewlehiyê bi tundî midaxeleyî wan kiribû û piştre bûyerên tundiyê derketibûn.

Tank û wesayîtên zirxî li kolanan in

Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Laziqiyeyê bi taybetî li qadên Zîraa, Harûn û Ezheriyê ku doh xwenîşander lê kom bûbûn, li hemû xaçerêyên sereke hêzên ewlehiyê û wesayîtên leşkerî hatine bicihkirin.

Hat diyarkirin ku tahkîmateke leşkerî ya mîna vê li parêzgeha Tertûsê jî hatiye kirin û tank û wesayîtên zirxî li kolanan hatine bicihkirin.

Hişyariya aloziya mezhebî

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku doh êvarî bi taybetî li taxên ku Elewî lê zêde ne alozî gurtir bûye.

Hat ragihandin ku hinek komên alîgirê hikûmetê bi gotinan civaka Elewî tacîz kiriye û bi ser taxan de girtiye.

Her wiha hat diyarkirin ku li ser medyaya civakî li dijî xwenîşanderan kampanyayên provokatîf ên tolhildanê tên meşandin.

Amarên cuda yên kuştî û birîndaran

Li ser hejmara kuştî û birîndaran du daneyên cuda hatin parvekirin.

SOHRê ragihand ku di pevçûnan de 2 ji wan sivîl û yek jê karmendê ewlehiyê bi giştî 3 kes hatine kuştin û nêzîkî 50 kesî jî birîndar bûne.

Birêvebiriya Tenduristiyê ya Laziqiyeyê jî daxuyand ku hejmara miriyan derketiye 4an û hejmara birîndaran jî gihiştiye 108an.

Birêvebiriya Tenduristiyê îdia kir ku êriş ji aliyê "paşmayên rejîma rûxiyayî" (alîgirên rejîma Beasê) ve li dijî hêzên ewlehiyê û sivîlan hatine kirin.