Şam: Ti herêm dê li derveyî kontrola hikûmetê nemînin
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze el Mistefa piştî lihevkirina di navbera birêvebiriya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ragihand ku dê hemû herêmên welêt di bin kontrola hikûmetê de bin.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze el Mistefa bi rêya platforma medyaya civakî Xê daxuyanî da kir û lihevkirina nû ya di navbera birêvebiriya Şamê û HSDyê de nirxand ku agirbest û entegrasyona gav bi gav li xwe digire.
Hemze el Mistefa tekez kir ku dê hemû saziyên dewletê bê îstîsna di bin desthilata hikûmeta Sûriyeyê de bin.
Hemze el Mistefa da zanîn ku dê hemû herêm di bin serweriya hikûmetê de bin û ti îstîsna neyê kirin û got:
"Li welêt ti herêm li derveyî kontrola hikûmetê namîne."