NY: Li Sûriyê hîn jî çekên kîmyayî tên bikaranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî dibêje ku heta niha jî çekên kîmyayî li Sûriyê tên bikaranîn.

Di sala 2013an de Hikûmeta Sûriyê li bajarê Xuta çekên kîmyayî bikar anîn û di encamê de 280 kesan canê xwe ji dest dan. Li ser vê yekê Neteweyên Yekbûyî biryara jinavbirina çekên kîmyayî yên Sûriyê da.

Tevî ku Hikûmeta Sûriyê ragihandibû ku wan hemû çekên xwe yên kîmyayî jinavbirine lê piştî salekê li bajaroka Xan Şêxûn a parêzgeha Idlibê bikaranîna çekên kîmyayî dîsa dubare bû.

Piştî derbasbûna nêzîkî 9 salan di ser yekemîn êrîşa belgekirî ya kîmyayî ya Hikûmeta Sûriyê re, Nûnera Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Jinavbirina Çekên Kîmyayî ji Encûmena Ewlekariyê re got heta niha jî bûyerên bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê tên tomarkirin.

Nûnera Bilind yê Karûbarê Jinavbirina Çekên Kîmyayî li Netewên Yekbûyî Izumi Nakamitsu got, “Mixabin, ligel ku endamtiya Sûriyê li peymannameya qedexekirina çekên kîmyayî heye û rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî bûyer belge kiriye jî bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê berdewam e. Ev raport bo hişyariya civaka navdewletî ye ku dibêje berdewambûna êrîşên bi van çekan ne mirovane ye.”

Piştî êrîşa kîmyayî ya li ser bajarê Xute ku di Tebaxa 2013an de çêbû û bû sedem ku 280 kes canê xwe ji dest bidin, li ser gûşara civaka navdewletî Sûriyê dest bi jinavbirina çekên kîmyayî kir û rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî di sala 2016an de diyar ku Hikûmeta Sûriyê çekên kîmyayê jinav birine.

Piştî salekê Hikûmeta Sûriyê bi encamdana êrîşeke din ya kîmyayî bo ser Xan Şêxûn li Idlibê hat tohmetbar kirin ku bû sedem ku 100 kes canê xwe ji dest bidin.

Nûnera Netewên Yekbûyî diyar kir di van çend salên borî de ti destkeftiyek di cîbicîkirina biryara hejmara 2118 ku taybet e bi jinavbirina çekên kîmyayî yên Sûriyê çênebûye.

Izumi Nakamitsu her wiha anî ziman, “Hewlên tîmên nirxandina rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî bo çareserkirina hemû pirsên girêdayî ragihandina destpêkê û ên din yê Hikûmeta Sûriyê, weke berê mane.”

Nûnerê Hikûmeta Sûriyê li Netewên Yekbûyî red dike ku hêzên wan çekên kîmyayî bikaraniye û li gor wî nirxandina rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî jî sîyasî bûye.

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekbûyî Besam Sebax, “Zindîkirina 25emîn salvegera peymannameya qedexekirina çekên kîmyayî derfetek e bo nûkirina daxwaza nesîyasîkirina rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî û hiştina teknîka xwezayî û di heman demê de jî çareserkirina xeletiyên cûda ye.”

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî çend çaran ji Encûmenê Ewlekariyê daxwaz kiribû ku li beramber bikaranîna çekên kîmyayî gavan bavêjin lê nûnerê bilind yê rêxistinê bo jinavbirina çekan dibêje encûmen ji cezakirina kiryarên êrîşa kîmyayî şikestiye.