Hewlêr (Rûdaw) - Benjamîn Netanyahu li ser şerê li Şamê yê di navbera Durzî û hêzên Sûriyeyê de got, "Artêşê li dijî komeke tundrew a ku amadekariyên êrişkirina şêniyên Durzî yên li Sehnayayê ya Sûriyeyê dikir, operasyoneke hişyariyê pêk anî."
Li taxa Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin.
Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed ragihand, “Li başûrê Şamê 11 endamên Asayîşa Sûriyeyê hatin kuştin.”
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz îro bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê li herêma Sahnaya ya Sûriyeyê operasyoneke hişyariyê pêk aniye, û komeke "radîkal" hedef girtiye ku amadekariya êrişkirina civaka Durzî ya li herêmê dikir.
Benjamîn Netanyahu got, "Artêşê li dijî komeke tundrew a ku amadekariyên êrişkirina şêniyên Durzî yên li Sehnayayê ya Sûriyeyê dikir, operasyoneke hişyariyê pêk anî.
Me ji rejîma Sûriyeyê re peyamek şandiye: Îsraîl li bendê ye ku gav bên avêtin da ku ziyan negihîje Durziyan."
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu her wiha got, "Ji ber pêbendiya xwe ya kûr a li hemberî birayên xwe yên Durzî yên li Îsraîlê ku têkiliyên wan ên dîrokî û malbatî yên xurt bi birayên wan ên Durzî yên li Sûriyeyê re hene Îsraîl dê destûrê nede êrişên li dijî civaka Durziyan a li Sûriyeyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse