Koçberên navxwe yên Sûriyeyê vedigerin herêmên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gel wêranî û nebûna xizmetguzariyê li bajarokê Hiwaşê yê  parêzgeha Humisê, dîsa xelk dixwaze vegere malên xwe.

Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, koçber ji kampan derdikevin û vedigerin navçeyên xwe yên resen.

Koçberê vegeriyayî Arif Şemtan got:

“Li vê derê hest bi kêfxweşiyê dikim, her wiha di nav vê kavilbûnê de jî jiyana li vir, baştir e ji wê ya ku di nav kampan de bijîn."

“Ya girîng ew e vegeriyam”

Koçberê vegeriyayî Ebdulxefûr Xetab jî got, “Vegeriyam, ji ber ku ji gundê xwe hez dikim.

Gundê min hatiye rizgarkirin, çima venegerim? Ji ber wê vegeriyam û min çadir veda.

Ya girîng ew e vegeriyam. Xwedê rê da şoreşa mezin çêbibe û em jî piştî rizgarkirinê vegeriyan."

Piştî rûxîna rejîma Esed û hatina ser desthilatê ya hikûmeta nû li Şamê, pêla bicihhiştina kampan û vegera koçberên nav xwe yên Sûriyê bo navçeyên wan dest pê kiriye.

Ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve, zêdeyî mllyonek û 800 hezar koçber û penaberên Sûriyeyî vegeriyane herêmên xwe.

Di nav wê hejmarê de, herî kêm mîlyonek koçberên navxwe yên Sûriyeyê vegeriyane ser mal û milkên xwe.

“Xelk naxwaze li kampan bimîne”

 Koçberê niştecihê yek ji kampên Sûriyeyê Celal Omer jî got:

“Piraniya xelkê naxwaze li kampan de bimîne. Ew dixwazin vegerin gundên xwe lê sedema ku venagerin ew e, pêwîstî û xizmetgûzariyên destpêkê yên wekî jêrxan, elektrîk, kanalîzasyon, av û nan nîni.

Pêdiviyên herî sereke yên jiyanê, li gund û gundikan nînin.”

Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê dide ku ligel berdewamiya pêla bicihhiştina kampan lê hîn jî zêdeyî 6 mîlyon kes koçberên navxwe li wî welatî mane ku ji sedî 90ê niştecihên wê di bin xeta hejariyê de ne.