Li Şamê operasyoneke hevpar a Îraq û Sûriyeyê: 250 kîlogram captagon hatin bidestxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li Şama paytexta Sûriyeyê di operasyoneke taybet de milyonek û 350 hezar hebên Captagonê hatine bidestxistin.

Hat diyarkirin ku operasyon bi hevahengiyeke tam a bi Sûriyeyê re hatiye kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê eşkere kir ku Birêvebiriya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişber a wî welatî li Şama paytexta Sûriyeyê operasyoneke taybet pêk aniye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku wezaretê îro belav kiriye, operasyon bi hevkariyeke tam û hevaheng a li gel rayedarên Sûriyeyê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de milyonek û 350 hezar hebên madeya hişber ên Captagonê hatine bidestxitin.

Hat ragihandin ku giraniya vê miqdarê nêzîkî 215 kîlogramî ye û bal hat kişandin ku ev miqdar a "toreke navneteweyî ya tawanê ya gelekî bi xeter" a bazirganiya madeyên hişber e.

Wezaretê tekezî li ser wê yekê kir ku ev operasyon di çarçoveya têkoşîna li dijî gefên derveyî sînor de mînakeke girîng a hevkariya navneteweyî ye û ev tişt anî ziman:

“Ev serkeftin, pêngaveke girîng e ku Hikûmeta Îraqê ji bo misogerkirina ewlehiya civakî û domandina biryardariya xwe ya di têkoşîna li dijî madeyên hişber de, li dijî torên tawanên organîze yên derveyî sînor avêtiye.”

Li aliyê din, piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, di gelek vîdyoyên ku ji raya giştî re hatibûn weşandin de, hatibû îdiakirin ku miqdarek mezin ji hebên Captagonê li qesr û tesîsên cuda hatine depokirin.

Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê, ev heb bi piranî li avahiyên birayê Beşar Esed, Mahir Esed dihatin girtin û paşê ji aliyê komên çekdar ve dihatin bidestxistin û belavkirin.

Di lêkolîneke ku ji aliyê toreke çavdêriya siyasî û aborî ve hatiye weşandin de, tê diyarkirin ku rejîma Sûriyeyê beriya rûxîna xwe salane nêzîkî 2,4 milyar dolar dahat ji firotina Captagonê bi dest dixist.