Hikûmeta Sûriyê nirxê nan ji %100 zêde kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyê nirxê nan ji %100 zêde bû û her kîloyek nan, bi 75 lîreyên Sûriyê hate destnîşankirin û her rebteyek nan bi 100 lîreyên Sûriyê ye.
Li gorî biryara Wezareta Bazirganî ya Sûriyê, roja 29ê vê mehê nirxê nan ji %100 zêde bûye û her 1 kîlo nan bi 75 Lîreyên Sûriyê hate nirxandin û 1 rebte nan bi 100 lîreyên Sûriyê tê firotin.
Herwiha li gorî biryara wezareta navborî, 1 ton ard bi 40 hezar lîreyên Sûriyê hate nirxandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, berî derketina zêdebûna nirxê nan û ard li Sûriyê, krîza nan li Sûriyê derketibû û welatî 5 demjimêran li ber deriyên firneyan radiwestiyan, da ku bikaribin nan ji xwe re peyda bikin.
Berî bilindkirina nirxê nan li Sûriyê, yek rebte nan li firneyên hikûmetê bi 50 lîreyên Sûriyê dihate firotin û li bazara reş bi 500 heta 1000 lîreyên Sûriyê dihate firotin.