Almanya: Pêdiviya Sûriyeyê bi hikûmeteke ku jiyaneke birûmet dabîn bike heye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul di daxuyaniyekê de ragihand, pêwîstiya Sûriyeyê bi hikûmeteke ku "jiyaneke birûmet û aram" ji bo hemû welatiyan dabîn bike heye.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul pêşwazîkir û wan pêwendiyên dualî yên Şam û Berlînê gotûbêj kirin.

Almanyayê di dema şerê 14 salan ê welêt de hejmareke mezin a penaberên Sûriyeyî qebûl kiribû.

Ev yekem serdana Johan Wadephul a ji bo Sûriyeyê bû.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê ya berê Annalena Baerbock piştî rûxîna Beşar Esed du caran serdana Sûriyeyê kiribû ku ya dawî di Adarê de ji bo vekirina Balyozxaneya Almanyayê ya li Şamê bû.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Ehmed Şer Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johan Wadephul û şandeyeke Almanyayê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de li ser pêwendiyên dualî û "rêyên xurtkirina hevahengiya di warên siyasî, aborî û mirovî de" gotûbêj hatine kirin.

Li aliyê din, di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê de hatiye belavkirin Wadephul ragihand:

"Bi rûxîna dîktatoriya Esed re, gelê Sûriyeyê ketiye serdemeke nû."

"Astengiyên mezin"

Ji dema ku Esed rûxiyaye, Sûriye ji aliyê hikûmeteke nû ve tê birêvebirin ku pêwendiyên wê yên bi Rojavayê re germ bûne, bi taybetî piştî rakirina dorpêçên Amerîkayê.

Tevî vê yekê, welat bi berdewamî rûbirûyî nearamiyê bûye, di nav de pevçûnên di navbera komên olî û neteweyî yên cuda de.

Wadephul got, "Sûriye rûbirûyî astengiyên mezin bûye.

Pêdiviya wê bi hikûmeteke ku jiyaneke birûmet û aram ji bo hemû welatiyan dabîn bike heye, bêyî ku li nijad, ol, netewe an jî statuya civakî binêre."

Li Almanyayê civakeke mezin a Sûriyeyiyan heye û bi sed hezaran kes piştî ku ji şerê navxweyî reviyan, li wir bi cih bûn.

Wadephul li ser koçberên Sûriyeyê yên li Almanyayê got, "Gelek kesan ne tenê parastin, belkî xaniyekî nû jî li Almanyayê dîtiye.

Hinekan jî fikirîne ku vegerin Sûriyeyê da ku welatê xwe ji nû ve ava bikin.

Ez dixwazim vê pêwendiya taybet a di navbera welatên me de bi hev re bi hevkarên me yên li Sûriyeyê re kûrtir bikim."

Serdana Wadephul di demekê de ye ku hikûmeta Almanyayê hewl dide tedbîrên koçberiyê tundtir bike, da ku rê li ber bilindbûna populerbûna partiya rastgir a tundrew AfDyê bigire û hewl dide ku dersînorkirina penaberan ji bo Sûriyeyê ji nû ve bide destpêkirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji dema rûxîna Esed ve, milyonek penaberên Sûriyeyî ji derveyî welat vegeriyane.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku Wadephul dê di gera xwe ya Rojhilata Navîn de serdana Libnan û Behreynê jî bike.