LAZIQIYE - Çekdarek di mala hunermend Elî Dîk de hat girtin: Çûbû diziyê
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê, çekdarekî ku bi mebesta diziyê ketibû mala hunermendê naskirî Elî Dîk hat girtin.
Bûyer li mala Elî Dîk a li taxa el-Cumhûriyeyê ya Laziqiyeyê rû da.
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne, kesekî ku cil û bergên leşkerî li xwe kirine û ser û çavên wî girtî ne, di mala hunermend de hatiye desteserkirin.
Di vîdeoyê de Hisên Dîk birayê Elî Dîk diaxive û dibêje ku ew kes û çend kesên din bi armanca diziyê ketine mala wan.
Hat diyarkirin ku ew çekdar di dema hewldana diziyê de ji aliyê malbata hunermend ve hatiye girtin.
Elî Dîk û birayê wî Hisên Dîk, hunermendên gelêrî yên navdar in û ji bajarê Laziqiyeyê ne.