Parlementerê Ankara yê Partiya Bizava Netewperest Ozcan Yenîçerî, di kombûnek çapemeniyê ya di Parlementoya Tirkiyê de, dazanîn ku piştî guherînên di rêveberiya Qendîl de û digel hatina Cemîl Bayik bo serkirdayetiya Qendîlê, hêzeke mezin ya berbiçav li Bakurê Sûriyê hatiye bicîkirin. Yenîçerî, piştî dazanîn ku digel hatina Cemîl Bayik, bilezketina rûdanan ya li bakurê Sûriyê ne tiştekî asayî ye, axaftina xwe wisa domand: "Ew terorîstên li Qendîlê, diyar bû ku li bakurê Sûriyê û li Rojhilatê Başûrê Tirkiyê amadekariyeke mezin ya jib o terorê têkirin."
Ozcan Yenîçerî, de digel dazana ku Turkiyê PYD wekû rêxistineke terorê dibîne û wezîrê karûbarê derveyî Turkiyê Ahmet Dawudoglu par li Erbîlê daxwaza hevdîtinê ya bi serokê PYD Salih Mislim re red kiribû, axaftina xwe wusa didomîne: "Di qonaxa îro de Ahmed Dawudoglu rê li ber hatina Salih Mislim ya Stenbolê vedike. Di demeke hewqas kurt de meriv hinde nayê guhertin, ev jî dibe karê desthilateke mina Partiya Dad û Geşepêdanê be ku ne xwedî hîç xetek sor û helwesdtekê be."
Yenîçerî, piştî anî zimên ku li bakûrê Sûriyê şikestina El Nusra ya li hemberî PYD û hatina serokê PYD Salih Mislim ya Stenbolê El Qaîde pir zivêr kiriye, axaftina xwe wisa domand: " Bi rêya rêxistina El Şebab hêrişa li Somalî, peyameke El Qaîde ye. Digel hatina Salih Mislim ya Stenbolê, hêrişa li ser Balyozxaneya Tirkiyê ya li Somalî ne helkeftineke asayî ye. Bi vê siyaseta AKPê, Turkiyê li deverê tengav bûye. Turkiyê, ev serê 11 salan e ku ji aliyê desthileteke ku tevaya hisabên wê şaş derketine tê birêvebirin. Rîska herî mezin ji bo Tirkiyê eve."
Yenîçerî, di daxuyaniya xwe ya di kombûna çapemeniyê de îddîa kir ku PYD, ji bo yekgirtina deverên ku Kurd lê dijîn û bi armanca gehiştina deryaya Spî dibe ku hêrişî Tirkmen û Erebên li deverê bike. Ev jî tê wateya ku wê şerê etnîkî û mezhebî dijwar bibe.
Parlementerê Ankara yê Partiya Bizava Netewperest Ozcan Yenîçerî, daxuyaniya xwe ya digel çapemeniyê bi van gotinan bi dawî anî: "Heger bi têgeha Tirk daketine pêdivî bi destûra bingehîn tune. Bila destûreke wisa li nav ser û çavên xwe bixin. Ji Frensiyan re `Frensî`, ji Almaniyan re `Cermen`, ji Îspaniyan re `Îspanyol` têgotin; li Tirkiyê jî wê Tirk bêgotin. Pêdivî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse