Kî rêyên ku ji Rojavayê diçin Şam û Helebê digire?

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayid Hadî diyar kir ku komên çekdar rêyên ku diçin Şam û Helebê digirin.

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê rêyên di navbera herêmên di bin kontrola Şamê û Rêveberiya Xweser de girtine.

Ev yek bandorê li gelek qadên jiyana sivîlan dike, bi taybetî jî nexweş rastî astengiyan tên û bazirgan jî ji vê rewşê bê par namînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) vîdeoyeke Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayid Hadî belav kir ku tê de qala vê rewşê dike.

Ayid Hadî ragihand ku ew ti carî rê li ber welatiyên ji seranserî Sûriyeyê nagirin lê “mixabin aliyê din” rê li ber çûna Şamê û Helebê digire.

“Divê desthilata demkî rê li ber vê bêserûberiyê bigire”

Wî diyar kir ku ew dizanin ku yên van kiryaran dikin komên Emşat û Hemzatê ne lê divê desthilata demkî ya Şamê rê li ber vê bêserûberiya ewlehiyê bigire û wiha axivî:

“Di van 10 rojên dawî de, em dibînin ku rêyên diçin Şamê û Helebê hatine girtin, bê guman em sedemên wê nizanin.

Ev berpirsyarî li ser milê desthilata demkî ya li Şamê ye, li ba me kesên bi nexweşiyên demdirêj yên weke nexweşiyên penceşêrê, nexweşiyên dil, neştergeriyên sîngê hene.

Bê guman me rê ji wan re vekiriye û em Sûriyeyê weke milkê hemû Sûriyeyiyan dibînin û em ji girtina rêyan bi bendên axê matmayî man.

Xelk li rêbenda Esîriyayê 2 û 3 rojan dimîne, em vê bi tundî şermezar dikin.

Em dixwazin ku rê û rêbend demildest li pêşiya welatiyan werin vekirin.

Em pêşwaziya xelkê ji seranserî Sûriyeyê dikin lê em berevajî wê ji aliyê din dibînin.

Bê guman komên çekdar ên weke Emşat û Hemzatê van kiryaran dikin lê divê desthilata demkî rê li ber vê bêserûberiya ewlehiyê bigire, ev nayê qebûlkirin.”