“Rewangeha Mafên Mirovan rastî gefên DAÎŞê tê”
Hewlêr (Rûdaw)- Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ku bûyerên krîza Sûriyê ji cîhanê vediguhêze, ragihand ku ew rastî gefên grûpên îslamî yên radîkal tê.
Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman ji rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî re got “Ji mêj ve gef li dijî rêxistina me hebûn, lê di dema dawî de ev gef zêde bûne”.
Ebdulrehman da zanîn ku tişta nû ew e ku “grûpên radîkal hewl didin ku nav û cihê çalakvanên ser bi rewangehê ve nas bikin daku wan wek armanc bigirin”.
Ebdulrehman herwiha got “Ev gefên herî tirsnakin li dijî rêxistina me û aliyekî ser bi Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li pişt van gefan e”.
Rewangeha Mafên Mirovan ku navenda wê li Berîtanya ye, sala 2006an li ser destê Ramî Ebdulrehman hatiye damezrandin.
Ebdulrehman dibêje ku 230 çalakvan wan hene û zanyariyên xwe ji zêdetirî 5 hezar kes ji hemû deverên welat werdigire.
Ji aliyekî din ve, Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) êrîşa çekdarên DAÎŞê li dijî navenda ragihandina bajarokê Kefernubil ê ser bi parêzgeha Idlibê ve şermezar kir.
Çekdarên DAÎŞê duh êrîşî wê navendê kiribûn û ala şoreşa Sûriyê ku li ser hatibû hildan, anî xwar.
ENSê di daxuyaniyekê de got “Ew kar li dijî şoreşa Sûriyê ye û xizmeta rejîma Sûriyê dike”.
Grûpa bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) di dawiya sala 2013an de li Sûriyê hat avakirin û Amerîka navê wê xistiye nava lîsteya xwe ya terorê. Piraniya çekdarên DAÎŞê ji derveyî Sûriyê ne.