Rojnameger Huseyîn Aykol koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger û nivîskar HuseyînAykol, piştî tedawiya demdirêj li nexweşxaneyê koça dawî kir.
14ê Çiriya Pêşîn xwîn çûbû ser mejiyê Huseyîn Aykol û ji wê rojê ve di beşê çavdêriya hûr de bû.
Tîmên tenduristiyê rojnameger Huseyîn Aykol di 14ê Çiriya Pêşîna 2025an de li mala xwe ya li Enqereyê ji ber xwînçûna ser mejî rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê.
Aykolê 70 salî ku li nexweşxaneyê sê caran xwîn çûbû ser mejiyê wî, piştî 2 meh û 17 rojan di beşê çavdêriya awarte de koça dawî kir.
Huseyîn Aykol 36 salên temenê xwe di nava xebatên çapemenî û nivîskariyê de derbas kir.
Cenazeyê Aykol dê sibe were definkirin.
Bernameya oxirkirinê wiha ye:
Saet 10:30: Merasîm li Sehneya Yilmaz Guneyê ya Şaredariya Çankayayê.
Saet 14:00: Definkirin li Goristana Karşiyakayê.
Piştî merasîma definkirinê, dê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê sersaxî bên qebûlkirin.