Guler: Divê HSD êdî pêbendî Peymana 10ê Adarê bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî Peymana 10ê Adarê tev bigere.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler diyar kir ku ew dê rê nedin HSD li herêmê çalakiyên xwe bidomîne û rewşeke defakto çêbike.

Yaşar Guler li Enqereyê di merasîmeke leşkerî de axivî û behsa pêvajoya çareseriyê û Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de kir.

Guler diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê zelal e û dudilî tê de nînin û ew “nahêlin PKK/YPG/HSD çalakiyên xwe li herêmê bidomînin.”

Peymana 10ê Adarê

Li Şama paytexta Sûriyeyê 10ê Adara 2025an di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de peymanek hatibû îmzekirin.

Peyman ji 8 xalan pêk tê û xaleke sereke jî tevlîkirina hêzên HSDyê ya artêşa Sûriyeyê ye ku Tirkiye wê yekê wekî şerta aramkirina rewşê dibîne.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di axaftina xwe de anî ziman:

"Li Sûriyeya cîrana me, bi wê pêwendiya bihêz a ku me li gel desthilata nû daniye û mekanîzmayên hevkariyê yên ku me li gel Îraqê ava kirine, roleke wan a mezin di bihêzkirina têgihiştina hevpar a ewlehiyê de heye.

Êdî divê HSD di demeke kurt de li gorî Peymana 10ê Adarê, erkên xwe bi temamî bi cih bîne.

Ji bo serkeftina pêvajoyê, ev pêdiviyeke nayê înkarkirin e.

Derbarê vê yekê helwesta dewleta me zelal e û ti cih ji bo dudiliyê nînin.

Ez dixwazim careke din bînim bîra we ku em rê nadin rêxistinên terorîst û di serî de PKK/YPG/HSD berdewamiyê bi çalakiyên xwe yên li herêmê bidin.

Niha bi hevahengiya sazî û dezgehên me yên pêwendîdar û bi diyalogeke nêzîk a bi birêvebiriya Sûriyeyê re, em pêvajoyê bi awayekî hişyarane û aqilane bi rê ve dibin."