Li Tirkiyeyê mirina karkerên zarok zêde dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ragihand ku sala 2025an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 94 “karkerên” zarok canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya Meclisê de hatiye gotin: "Li Tirkiyeyê di sala 2025an de 31 karkerên zarok di sektora çandiniyê de, 27 di sektora pîşesaziyê de, 20 di sektora xizmetguzariyê de û 16 jî di sektora avahîsaziyê de dema dixebitîn mirine."
ÎSÎGê amarên sala 2025an ên derbarê mirina karkerên zarok eşkere kirin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Meclisê hatiye belavkirin de ev agahî hatine parvekirin:
"Li gorî tesbîtên me yên ku ji sedî 71ê wan ji çapemeniya neteweyî û ji sedî 29ê wan jî ji malbat, hevalên kar û çapemeniya herêmî hatine wergirtin, sala 2025an herî kêm 94 karkerên zarok mirine.
Di 13 salên dawî de hejmara karkerên zarok ên ku dema dixebitîn canê xwe ji dest daye gihiştiye 836an.
Li Tirkiyê mirinên karkerên zarok dihatin veşartin. Dema em li statîstîkên malpera Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî dinêrin, bi awayê fermî her sal mirina 13-14 zarokan tê qeydkirin û ev mirin nayên bihîstin.
Lê belê li gorî qeydên me yên 13 salên dawî, her sal bi navînî 63-64 zarok canê xwe ji dest didin.
Ev tablo di du salên dawî de girantir bûye. Di sala 2024an de 71 zarok miribûn lê îsal ev hejmar derketiye 94an û ev yek rewşa keda zarokan bi kurtî radixe ber çavan.
Sala 2025an di sektora çandiniyê de 31, di pîşesaziyê de 27, di xizmetguzariyê de 20 û di avahîsaziyê de 16 karkerên zarok mirin.
Di sektora çandiniyê de bi sed hezaran zarok wekî karkerên demsalî, karkerên gerok, karkerên zeviyan, şivan û karkerên daristanê dixebitin.
Di sektora pîşesaziyê de jî bi deh hezaran zarok di kargehên 'bin derenceyan', atolye û Herêmên Pîşesazî yên Organîze di warê metal, çerm û kîmyayê de tên xebitandin.
Di sektora xizmetguzariyê de bi deh hezaran zarok wekî motokurye, firoşkarên Mall û xwaringehan, her wiha li kolanan wekî boyaxkerên pêlavan, firoşkarên gerok û komkerên bermayiyan dixebitin.
Di sektora avahîsaziyê de jî zarok bi navê 'şagirt' û 'kalfa' wekî sîwaxker û dîwarker tên xebitandin lê bi qasî mezinan barê giran hildigirin."
Li Tirkiyeyê nêzîkî 3 milyon zarokan tên xebitandin
Her wiha zarokên ku di bin navê "entegrasyona pergala perwerdeyê" de kar dikin hene.
Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn ev rastî wiha anî ziman: “Di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li 3 hezar û 954 dibistanên pîşeyî 1 milyon û 536 hezar xwendekar û li 408 MESEMan (Navendên Perwerdeya Pîşeyî) 420 hezar xwendekarên me hene.”
Ev tê wê wateyê ku nêzîkî 2 milyon xwendekaran di bin navê perwerdeyê de dibin karker.
Ji van xwendekaran nêzîkî 765 hezar kesan di kargehan de wekî karker dixebitin.
Bi kurtasî, li Tirkiyeyê di sektorên cuda de nêzîkî 3 milyon zarokan tên xebitandin. Cînayetên kar jî encama herî rût a vê rastiyê ne.
13 ji 94 karkerên zarok ên ku mirine keçik û û 81 ji wan kurik in. 26 ji wan 14 salî û jêrtir bûn, 68 ji wan jî di navbera 15-17 salî de bûn.
Her wiha 5 ji wan zarokên koçber bûn (4 Sûriyeyî û 1 Afgan).
19 ji 31 zarokên ku di çandiniyê de mirine karker û 12 ji wan jî zarokên cotkaran bûn ku li cem malbata xwe bê muçe dixebitîn.
Di navendên MESEMê de mirina 6 xwendekaran hatiye tesbîtkirin: Muhammed Kendirci, Arda Dirmilli, Yagiz Yildiz, Şerafettîn Başarir, Alperen Uygun û Arda Silahli.
Bi vî rengî ji Îlona 2023yan ve hejmara zarokên ku di MESEMan de mirine bûye 18.
Her wiha 7 xwendekarên Lîseyên Pîşeyî û Teknîkî (MTAL) dema staj dikir canê xwe ji dest daye.
Di pîşeya motokuryeyê de 5 zarok mirine
Di van salên dawî de pîşeya motokuryetiyê jî bûye sedema mirina zarokan û 5 zarok di vî karî de mirine.
Qezayên trafîkê û yên servîsê sedemên sereke yên mirina karkerên zarok in.
Zarokên karkerên demsalî di mînîbusên tijî û li ser romorkên traktoran di bûyeran de jiyana xwe ji dest didin.
Perçiqandin (di sektorên metal û tekstîlê de), ketina ji bilindahiyê (di avahîsaziyê de) û xeniqîn sedemên din ên girîng in.
Zarokên karkerên demsalî ji bo vexwarin û paqijiyê avê ji kanalan peyda dikin û di van kanalan de dixeniqin.
Teqîn, şewat û tundî
Îsal teqîn û agir jî wekî sedemeke girîng a mirinê derketiye pêş.
Zarokên ku di kargehan de ji ber tînerê şewitîn an di dema germbûnê de canê xwe ji dest daye hene.
Her wiha tundiya fîzîkî û psîkolojîk a li kargehan jî beşek ji jiyana zarokan e.
Mirinên herî zêde li bajarên wek Hatay, Riha, Mêrsîn, Dîlok, Konya û Stenbolê çêbûne.
Piraniya karkerên demsalî yên ku li bajarên cuda dixebitin, ji Riha û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê diçin.