Li Antalyayê otobus qulibî: 8 mirî, 26 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan wergeriya û di encamê de 8 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a fîrmaya Buzluyê ku ji Tekirdagê diçû Antalyayê dikir, li navçeya Doşemealtiyê li bariyeran qelibî û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandin, AFAD, cendirme û polîs çûn cihê qezayê.

Parêzgarê Antalyayê Hulusî Şahîn li cihê qezayê ji rayedaran agahî wergirtin û daxuyanî da rojnamegeran.

Şahîn diyar kir ku otobusa ku doh êvarî ji Tekirdagê bi rê ketibû, nêzîkî saet 10:20an li Çerxerêya Komurlerê ya li navçeya Doşemealtiyê di virajê de wergeriyaye.

"8 mirî, 26 birîndar"

Hulusî Şahîn got, "Mixabin di qezayê de me 8 welatiyên me mirin, 26 welatî jî birîndar in.

Rewşa hinek birîndaran giran e. Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê û Nexweşxaneya Bajêr."

Hulusî Şahîn her wiha destnîşan kir ku sedema qezayê dê bi lêkolîna teknîkî were diyarkirin û got:

"Erd şil e, li herêmê mij jî hebûye. Ne cihê lezê ye lê tê fêmkirin ku otobûs bi lez bûye."

Xebatên tîman ên li cihê qezayê didomin.