Mehmet Uçum: Li Tirkiyeyê tenê yek milet û yek dewlet heye

Hewlêr (Rûdaw) - Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum derbarê Kurdan ragihand, “Li Tirkiyeyê, ji hêla dîrokî, civakî, siyasî û di warê qanûna damezrîner de, tenê yek milet û yek dewleta neteweyî heye: Ew jî miletê Tirk û Komara Tirkiyeyê ya yekgirtî ye.“

Mehmet Uçum derbarê Kurdan nivîsek belav kir û tê de behsa rewşa Kurdan û paşeroja wan kir.

Mehmet Uçum îdia dike ji bo Kurdên Tirkiyeyê pirsgirêkeke paşerojê û nîqaşeke li ser bingeha nasnameyê nîne.

Nivîsa Uçum a derbarê Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wiha ye:

"Li Tirkiyeyê, ji hêla dîrokî, civakî, siyasî û di warê qanûna damezrîner de, tenê yek netewe û yek dewleta neteweyî heye: Neteweya Tirk û Komara Tirkiyeyê ya yekgirtî. Rastiyeke eşkere ye ku ev yek ji ber şert û mercên objektîf dê wiha bimîne.

Her wiha, Tirkiye ji ber rastiya objektîf a ku ji berhevkirina taybetmendiyên sereke yên wekî rastiya erdnîgarî, belavbûna nifûsê, hevgirtina civakî, yekîtiya baweriyê û hevpariyên dîrokî û çandî derdikeve holê, ji bijardeyên birêvebiriyên herêmî yan federaliyê re girtî ye.

Rastî ev e: Kurd parçeyekî miletê Tirk in ku nayên veqetandin û bi vê erkê, damezrêner û xwediyên daîmî yên Komara Tirkiyeyê ne. Tenê rastiya yek netewe û yek dewlet ku li gorî vê rewşa objektîf in, paşerojê misoger dike.

Rastiya objektîf li vir ev e ku Kurd hêmaneke bingehîn a miletê ku bi rizgarî û damezrandinê derketiye holê ne. Navê vî miletî miletê Tirk e. Îro kes îdiaya, pêkhateya etnîkî ya neteweya Tirk bi tevahî Tirk e nake.

Ji ber vê yekê, rastiya ku Kurd hêmaneke bingehîn û parçeyeke veneqetandî ya miletê Tirk in, qet nikare wekî redkirin û înkarkirina nasnameya wan a etnîkî were nirxandin. Yên ku vê yekê dikin hêzên emperyalîst in ku armanc dikin yekparçeyiya erdnîgarî û yekîtiya siyasî ya Tirkiyeyê parçe bikin. Ev hewldan, ji îro û pê ve, têk çûne.

Gelê Tirk ku gelê Tirkiyeyê pêk tîne, damezrîner û giştgîr e. Tirk, Kurd, Ereb, Zaza, Laz, Çerkez, Gurcî hemû hêmanên bingehîn ên gelê Tirk in. Bingeha miletê Tirk gelê Tirkiyeyê ye.

Gelê Tirkiyeyê ewlehiya pirrengî û miletê Tirk ewlehiya yekîtiya me ye.

Welatîbûna Tirk ne etnîkî û nîjadî ye, girêdaneke hiqûqî ya bi dewletê re ye ku bi komarê hatiye bidestxistin û naveroka welatîbûna komarê ye.

Helbet ne cihê nîqaşê ye ku yekane zimanê fermî û yê perwerdeyê Tirkî ye ku zimanê dewlet û yekîtiya neteweyî ye.

Lê belê, azadiyên ku di warên siyasî, civakî û çandî û di perwerde û hînkirinê de ji zimanê Kurdî re hatine dayîn, dikarin bi destûrî werin garantîkirin. Xurtkirin û mayîndekirina azadiya zimanê Kurdî garantiya paşeroja Kurdan e.

Di encamê de, yek dewlet û yek netewe rastiya objektîf a Tirkiyeyê ye."