Omer Çelîk: Divê hemû pêkhate bi hev re Sûriyeyê bi rê ve bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk diyar kir ku li Sûriyeyê divê hemû pirsgirêk li ser maseyê werin çareserkirin û hemû pêkhate bi hev re Sûriyeyê bi rê ve bibin.

Omer Çelîk li parêzgeha Osmaniyeyê li navenda rêxistina partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Çelîk amaje bi wê yekê kir ku pêvajoya “Tirkiyeya Bêteror” di heman demê de “Herêma Bêteror” e û wan her tim piştgiriya mafên Kurdên Sûriyeyê kiriye.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Careke din hat dîtin ku îsrara li ser Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror ji aliyê dema xwe ve çi qasî girîng e.

Tasfiyekirina pêkhateyên terorê yên li Îraq û Sûriyeyê, bi armanca Tirkiyeyê ya herêma Bêteror re li hev dike.

Bila hemû Sûriyeyî bi hev re Sûriyeyê bi rê ve bibin. Ji bo ku Şîe, Elewî, Xiristiyan, bila hemû bibin parçeyek ji îradeya Sûriyeyê ev bal hat kişandin.

Sûriye ya Sûriyeyiyan e. Divê wesayeta ti rêxistina terorê nebe."

Omer Çelîk diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo reforman li gel Esed civiyabû û pê de çû:

"Di wê demê de ku Esed hîn dest bi komkujiyan nekiribû û Serokkomarê (Recep Tayyîp Erdogan) me bi wî re hevdîtin dikir û digot ku divê li Sûriyeyê reforman bike, yek ji mijarên ku Serokkomarê me herî zêde behs dikir ev bû ku divê Esed mafê hevwelatiyê bide Kurdên Sûriyeyê.

Biryarnameya Serokkomariyê ya ku li Sûriyeyê hat weşandin û gihîştina mafê hevwelatiyê ya birayên me yên Kurdên Sûriyeyê ku sed sal in mafê wan ê hevwelatiyê tune bû, cihê kêfxweşiyê ye."