YE piştevaniya banga Ocalan dike

01-03-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherinî derbarê banga Ocalan a bo çekdanînê PKK de got ew ji wê helwestê kêfxweş in.

YE ragihand ku ew ji helwesta parlamenterên HDPê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken û Sirri Sureyya Onder  li Ofîsa Serokwezîr a Dolmabahçeyê Cîgirê Serokwezîr Tirkiyeyê Yalçin Akdogan û Wezîrê Navxweyî Efkan Ala re civiyan û piştre daxuayniya hevbar dayîn erênî dibîne.

 

Di daxuyaniya ji aliyê ofîsa çapemeniya Federica Mogherinî ve hatî weşandin wiha hat gotin: “YE, ji bo daxuyaniya hevpar a şanda HDP û Hikûmeta Tirkiyeyê tê de ragihandî Abdullah Ocalan bang li PKK kir ew di mehên baharê de ji bo çekdanînê kongereyek derasayê pêk bîne, kêfxweş e.”

 

Di daxuyaniyê YE de wiha hat gotin: “Ev gavek erênî ye ji bo pêşvebirina pêvajoya çarseriyê. Em hêvî dikin ku hemû alî sûdê ji vê derfetê werbigrin ji bo pêşvebirina demokrasî û aşitiyê. YE her tim amadeyê ji hemû aliyan ve alîkariya pêvajoyê bike.

 

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan duhî bi rêya şanda Îmraliyê re banga çekdanînê li PKKê kiribû

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst