Cerdevan jî piştgiriyê didin banga Ocalan a çekdanînê
Enqere (Rûdaw/AA) – Cerdevanên Bakurê Kurdistanê pêşwaziya banga Ocalan ji bo danîna çekan kirin û ragihandin, di vî warî de çi ji destê wan were dê bikin.
Kordînatorê Giştî yê Konfederasyona Cerdevanan Ata Altin li ser bangawaziya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a danîna çekan got, ev bangawazî ji bo me pir girîng e, ji bo vê ku ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk were çareserkirin çi ji destê me were emê bikin.
Ata Altin destnîşan wiha axivî: "Em gundparêz kurd in lê ya ji bo me girîngtir ew e ku çareserkirina pirsgirêkan ji bo tevahiya welatê me çi dide qezenckirin. Ev qonaxa ku em gihîştinê ji bo yekîtî û bihevrebûna welatê me girîng e, em jê bawer dikin. Ji bo ku ev qonax were parastin pêdivî bi fedakariyên mezintir heye.”
Altin got ku ew li gor polîtîkayên tiu partiyekê gav navêjin, kîjan partî û sazî ji bo paşeroja welêt gavan biavêje ew dê piştgiriyê bidin wan partî û saziyan. Altin wiha pê de çû:
"Daxuyaniya ku hikûmet û HDPê da, ji bo me pir girîng e û ji bo ku ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, çi ji destê me were emê zêdetir bikin. Bi salan e em bûn şahid ku siyaset û dîplomasî li ser xwîn û hêsiran dimeşiyan û bi vê yekê ti tişt nehat bidestxistin. Êdî ji bilî çek û şidetê divê pirsgirêk werim çareserkirin. Ev ji bo paşeroja welêt mifadartir e. Em di vê çarçoveyê de piştgiriyê didin vê daxuyaniyê. Em hêvî dikin ku ev wiha were nirxandin."