Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke leşkerî ya Amerîkayê li Tirkiyê li ser pirsên weke Minbic û Rojhilatê Firatê û herwiha damezrandina Herêma Aram, bi rayedarên Tirkiyê re di danûstandinan de ye.
Destpêka meha 2, komîsyoneke leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de hatibû pêkanîn û yekem car di 6ê Sibata îsal de li Waşingtonê civiyabû. Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu ji bo ku beşdarî wê civînê bibe, serdana Amerîkayê kiribû.
Civîna duyem a komîsyoneke leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, li Enqerê tê sazkirin û dema rojan didome.
Beriya destpêkirina civîna duyem, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu rexne li Amerîkayê girt.
Damezrandina herêma aram li nav axa Sûriyê û hûrgiliyên wê, mijareke sereke ya civîna duyem a komîsyoneke leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de ye.
Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Enqere, Şewket Herkî ragihand, di civîna roja Pênşemiyê ya komîsyoneke leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê de, herî zêde li ser pirsa Minbicê axivtin hatine kirin.
Tirkiyê ji biryara Amerîka ya hiştina beşeke hêzên xwe li Rojhlatê Firatê nerazî ye. Enqere dibêje, gumana wan heye ku Amerîka çekên xwe ji hêzên Kurdî bistîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse