Li Hatayê qeza: 6 mirî û 8 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê minîbusa veguhastina karkeran li barhilgirekê qelibî û di encam de 6 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Reyhanli û Antakyayê îro minîbusa veguhestina karkerên çêkirina avahiyan li barhilgirekê da ku li kêleka rê rawestiyabû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û rizgarkirinê çûn cihê qezayê.
Parêzgarê Hatayê Mustafa Masatli jî çûye cihê qezayê û ragihand ku di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest da.
Mustafa Masatli her wiha da zanîn ku 8 kes jî birîndar bûne.