Parlamenterekî HDPê: Me dixwest bi TIPê re em bi yek lîsteyê biçin hilbijartinê
Hewlêr (Rûdaw) - Parlmenterê HDPê yê Amedê Garo Paylan ragihan ku ew dixwazin hemû partiyên bi wê hevpeymaniyê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê bibinê lê Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP) gotiye dengderên wan zêde bûne û ew dixwazin bi navê partiya xwe beşdarî hilbijartinan bibin.
Parlmenterê HDPê yê Amedê Garo Paylan di bernameyeke medyaya civakî ya Tirkiyê de mijara beşdarbûna bi yek lîsteyê ya Hevpeymaniya Ked û Azadiyê nirxand.
Garo Paylan diyar kir ku wan di wê mijarê de gelek hewl dan û xwestin partiyên dibin banê wê hevpeymaniyê de bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê bibin, lê Partiya Karkerên Tirkiyê ku di nav wê hevpyemaniyê de cih digre dixwaze bi lîsteya xwe û navê partiya xwe beşdarî hilbijartinan bibe.
Paylan dibêje; "Me tevan bo beşdariya bi yek lîsteyê gelek hewil da, lê TIPê îdiayeke xwe heye. Ew dibêje, weke din dengderên me hene ku em lê zêde bikin. Hêvîdar im mafdar bin. Eger em bi yek partiyê beşdar bibin em dê 100 parlementeran derxînin, lê ger em wek du partiyan beşdar bibin û hêjmara parlementeran dakeve 90a û ew dê me tevan xemgîn bike. Di navbera her du partiyan de xebatên me berdewamin û pirsgirêkên heyîn hatine derbaskirin.”
Bo dabeşkirina berbijêran jî Paylan got ew hewl didin di nava hevahengiyê de were kirin û dibêje; “berpirsê her du partiyan vê mijarê gotubêj dikin, li cihên ku metirsî hebe dê TIPê berbijêrên xwe nebin. Li bajarên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê berbijêrên TIPê hebin û em dê piştgiriyê jî bidin. Ya giring parlementerên hevpeyamniya me bigihêjin 100 parlementerî.”