Li peravên Bodrumê felaket, ji deryayê 19 term hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê bota lastîk a koçberên neyasayî bin av bû.

Li gorî agahiyên destpêkê di vê karesatê de 19 kes mirine û 20 kes jî hatine rizgarkirin.

Wesayîta Çavdêriya Peravan agahî da ku li peravên Yalikavakê boteke lastîk a bilez bin av bûye ku tê texmînkirin koçberên neyasayî tê de bûn.

Piştî vê agahiyê, tîmên ewlehiya peravan çûn cihê bûyerê.

Xebatên rizgarkirinê didomin

Di encama xebatên tîman de 20 koçber hatin rizgarkirin û termên 19 kesan hatin dîtin.

Ji bo ku ji asman ve piştgiriyê bide xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, ji Îzmîrê helîkoptereke ewlehiya peravan hat şandin.

Li herêmê ji asman û deryayê ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.