Tirkiyê li beramber dana nasnameyê 68 milyar dolar bidest xistine

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporteke Banka Navendî ya Tirkiyê, ji sala 2015an ve û heta niha, di proseya firotina milk û avahiyan de bo welatiyên biyanî li beramber dana nasnameya Tirkî, 68 milyar û 233 milyon dolar hatine bidestxistin.

Saziya Amaran a Tirkiyê pişta xwe bi raporta Banka Navendî ya Tirkiyê girêdaye û derbarê firotina milk û avahiyan de li beramber dana nasnameya Tirkî zanyariyên hûr belav kirine. Li gor raportê, ji sala 2015an ve 264 hezar û 892 milk û avahî hatine firotin.

Li Tirkiyê herî zêde welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê milk kirîne û bi 44 hezar û 92 xanî û milk di rêza yekem de ne. Welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rêza duyem de ne û 30 hezar û 776 milk kirîne. Rûsya bi kirîna 19 hezar û 773 milk û xaniyan di rêza sêyem de ye. Herî kêm jî welatiyên Kanadayê milk li Tirkiyê kirîne.

Amarên Banka Navendî û Saziya Giştî ya Amarên Tirkiyê, wê biryarê li xwe digre ku li beramber 250 hezar dolar kirîna milk nasname tê dayîn, lê destpêka vê mehê hikûmeta Tirkiyê biryareke nû da. Li gor biryarê her kesekê biyanî bi bihayê 400 hezar dolaran milk bikire dikare nasnameya Tirkî werbigre, lê biryar hê di rojnameya fermî de nehatiye belavkirin.

Li gor hinek aborînasan ku pişta xwe bi amarên fermî girêdidin, eger her malbateke biyanî ji çar endaman pêk bê, watek yek milyon kes di salên navbera 2015-2022an de yek milyon biyaniyan nasnameya Tirkî wergirtine.

Rêzbendî wiha ye:

Iraq: 44.092

Îran: 30.776

Rûsya: 19.773

Siûdiye: 13.540

Kuwêt: 13.071

Efxanistan: 12.391

Almanya: 10.184

Azerbaycan: 7.901

Brîtanya: 7.802

Urdin: 6.705

Kazakîstan: 6.403

Yemen: 5.925

Ukrayna: 5.338

Misir: 5.197

Filistîn: 4.682

Swêd: 4.234

Amerîka: 3.467

Lubnan: 3.075

Çîn: 2.046

Qeter: 3.323

Lîbya: 2.159

Pakîstan: 1.275

Norveç: 1.022

Îmarat: 925

Sudan: 891

Holanda: 684

Belçîka: 417

Cezaîr: 192

Kanada: 186

Welatiyên welatên din: 47.856